Wekîlên Swîsreyî li ser tecrîdê pêşnûmeyek pêşkêş kir

Parlamentera Federal a Swîsreyê ya ji Partiya Sosyalîst Fehlmann Rielle Laurence têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sernavê "Divê em lîderê Kurd Abdullah Ocalan ji nava tecrîdê derxînin" pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Parlamentera Swîsreyî Fehlmann Rielle Laurence roja 5'ê Gulanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsa Federal kir.

Di pêşnûmeyê de hate gotin, "Divê Konseya Federal li ser rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi rayedarên dewleta Tirk re dest bi hevdîtinan bike. Konseya Federal tekildarî guhertina bazirganiya serbest a bi Tirkiyeyê re karek danî pêşiya xwe. Divê hurmeta li mafên mirovan li bîra vî welatî bê xistin." Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku Buroya Hiqûqê ya ku bi doza lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan ve eleqedar dibe li ser tenduristiya Abdullah Ocalan daxuyanî dane.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku parêzeran diyar kirine, ji sala 2011'an ve nikarin muwekîlê xwe bibînin û pêşnûmeyê wiha dewam kir: "Parêzeran di Tebaxa 2019'an de hevdîtinek kirin, lê belê têkildarî wê jî erkê wan nebû ku agahiyê bidin. Biryarên bi vî rengî têne wateya binpêkirina mafên destûra bingehînî yên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş. Her çar jî bi salan e tecrîdkirî ne.

Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye, binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Derfetên Abdullah Ocalan gelekî kêm in ku karibe ferdên malbata xwe bibîne."

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku heyetek ji CPT di Gulana 2019'an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kir û fikarên xwe yên mezin ên li ser rewşa li wir parve kir.

Wekîla Swîsreyî diyar kir ku Rewşa Awarte di Tîrmeha 2019'an de hate rakirin lê belê hîn jî serdana parêzeran û malbatan têne astengkirin û got, "CPT diyar kir ku di mijara 'ewlekarî' û hurmeta li mafên mirovan divê hevsengiyek pêk were. CPT di heman demê de hişyarî da ku ji bo serdana parêzeran û malbatê bê kirin derfet bên dayin."

Pêşnûme ji aliyê van wekîlan ve hate îmzekirin: Crottaz Brigitte Dandrès, Christian de la Reusille, Denis Fridez, Pierre-Alain Friedl, Claudia Funiciello, Tamara Gysi, Barbara Locher, Benguerel Sandra, Marti Min Li Molina, Fabian Munz, Martina Pillier Carrard, Valérie Prezioso Batou Stefania, Plut Jon, Schneider Schüttel Ursula.