Parlementerên ji partiyên cûda yên Swêdê ji ber girtina bi hezaran rojnamevan, parêzer, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên di çarçoveya operasyona di bin navê “KCK’ê” de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de, hukûmet AKP’ê protesto kirin û xwestin rojnamevanên girtî serbest bên berdan.
Me ji bo rûniştina doza rojnamevanên Kurd ên di çarçoveya doza KCK’ê de têne darizandin, serî li nêrînên parlementerên Swêdê da. Parlementerên Swêdê dan zanîn ku pirsgirêka Kurd bi zext, tundî, komujî û jiholêrakirina azadiya ramanan û çapemeniyê nayê çareserkirin, bi demokrasî, diyalogê dikare çareser bibe. Parlementeran xwestin di serî de rojnamevan û hemû kesên ji ber nêrînên siyasî hatine girtin, tavilê serbest bên berdan.
Parlementerê bi eslê xwe Ereb Abir Al Sahlani yê ji Partiya Navend a ku hevpara desthilatiyê ye, diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan dimeşîne ne rast e û nayê qebûlkirin. Al-Sahlani got ku ger Tirkiye rêzê nîşanî mafê Kurdan bide û nas bike, ev yek dê ji bo dewletê bi xwe baş be û wiha berdewam kir; “Li Iraqê îro Kurdî weke zimanê duwemîn ê fermî ye. Divê Tirkiye di vê mijarê de nîşan bide ku ew ji Iraqê ne paşketîtir e û zimanê Kurdî bi awayeke fermî nas bike.”
DEST JI NIJADPERESTIYÊ JI SERDEMA KEVIR MANE BERDIN
El Sahlani girtin û darizandina rojnamevanên tenê ji ber ku karê xwe kirine, hatine girtin weke binpêkirinek cidî ya azadiya çapemenî û ramanê nirxand. Parlementer got ku divê êdî Tirkiye dest ji nijadperestiya ji serdema kevir maye berde û diyar kir ku ji bo bêdengkirina Kurdan girtina rojnamevanan bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Parlementerê Partiya Gel Kamil Îsmaîl Kurdên ku şêniya wan 35-40 milyon e û axa wan di navbera çar dewletan de hatiye parçekirin, nikarin behsa mafê avakirina dewletekê bikin, ev yek jî ji bo yên behsa mafê mirovan dikin cihê şermê ye. Îsmaîl diyar kir ku gelê Kurd bi dîrok, çand û zimanê xwe li ser vê axê dijî û ragihand ku mafê gelê Kurd heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û divê her kesê li hemberî vê yekê rêzdar be. Îsmaîl got; “Ger Kurd bixwazin bi Tirkan re bijîn ev yek tercîha wan e, lê ger bixwazin dewletek cûda ava bikin, ev yek mafê wan û divê rêz jêre bê girtin. Divê rojnamevan û siyasetmedar tenê ji ber pirsgirêka Kurd tînin rojevê neyên girtin.”
DIVÊ EM DEWLETA TIRKIYEYÊ CIDÎ NEGIRIN
Parlementerê Keksan ê Partiya Hawirdorê Valter Mutt anî ziman ku girtina rojnamevan û zarokan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mutt destnîşan kir ku girtina rojnamevana û destûrnedana parastina bi Kurdî jî nîşan didin ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye û wiha pêde çû; “Divê Serokwezîrê Û Wezîrê Derve yê Swêdê bi aşkere bibêje û aşkere bike. Ger wiha berdewam bike, divê dewleta Tirkiyeyê cidî neyê girtin. Pêkhatina demokrasiyê bi hewldanên rojnamevanan dibe. Gava meclîs vebû ez ê vê mijarê bînim rojevê.
Parlementerê Partiya Çepgir Jacob Johnson diyar kir ku ew bi xwe ji bo şopandina doza KCK’ê çûye Kurdistanê û siyasetmedarên Krud bi sucdarkirinê bê bingeh têne darizandin. Parlementerê Çepgir destnîşna kir ku ev helwesta desthilatiya AKP’ê welat ber bi blokbûnê ve dibe û çareseriya pirsgirêka Kurd jî dixe tengasiyan. Her wiha, ragihand ku divê rojnamevan û girtiyên ji doza KCK’ê serbest bên berdan û hevdîtinên Osloyê yên ku nîvçe mane, dîsa berdewam bikin.
HER KES DIBÊJE ROJNAMEVAN TIRKIYE DIBÊJE TERORÎST
Parlementerê Partiya Gel û Berdevk Polîtîkayên Derve Frederik Malm jî diyar kir ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkê kûrtir dike, ji ber vê jî rojnamevanan, parêzvanên mafê mirovan weke terorîst tawanbar dik. Malm got; “Di hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyeyê re hatin kirin de, Tirkiyeyê gotiye ku evane ne ji ber karên rojnamevaniyê, ji ber sucên krîmînal hatine girtin. Malm bi bîr xist ku di serî de Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas û gelek rêxistinên din dane diyarkirin ku ev rojnamevan tenê ji ber karê xwe kirine hatine girtin û xwest rojnamevan serbest bên berdan
DI GIRTINAR ROJNAMEVANAN DE TIRKIYE PÊŞENG E
Parlementera Partiya Demorkat a Xristiyan û Berdevka Polîtîkayên Derve Desiree Pethrus ragihand ku Tirkiye peymanên navneteweyî yên ku îmzeya Tirkiyeyê li binê wan heye guhdar nake û got ku li şûna guhdarkirina daxwazên Kurdan girtin û zextan çêtir dibîne. Pethrus da zanîn ku Erdogan li aliyekê reforman dike, lê li aliyeke din zext û êrîşên li ser azadiya raman û çapemeniyê zêde dike. Pethrus bal kişand ku qanûna dijî terorê ya Tirkiyeyê ji bo bêdengkirina muxalîfan tê bikaranîn û xwest ev qanûn di ber çavan re bê derbas kirin û divê ji aliyê desthilatiya AKP’ê ve neyê karanîn. Pethrus bi bîr xist ku Tirkiye welatê ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin e û diyar kir ku ji ber mafê agahîgirtinê, azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê girtina rojnamevan û siyasetmedaran tu carî nayê qebûlkirin.