Parlementerên Partiya Çepgir a Alman tundiya polîsên Alman a li hemberî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya ku di 8’ê Îlonê de li bajarê Mannheimê, bi tundî şermezar kirin. Endama Melcîsa Federal Ulla Jelpke diyar kir ku qedexeya li ser PKK’ê ziyanê dide her kesê û xwst ev qedexe rabe. Endama Meclîsa Eyaleta Baden-Würtemberg Heike Hänsel jî çapemeniya Alman rexne kir.
Provakasyonên polîsên Alman ên roja şemiyê li hemberî Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya ku li bajarê Almanya Mannheimê bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî” pêk hat, rê li ber gotûbêjan vekir. Balkêş bû ku çapemeniya Alman nûçeyên weke “Kurdan 80 polîs” birîndar kir û cih nedan beşdarên mihrîcanê yên di êrîşa polîsan de birîndar bûn.
Endama Meclîsa Federal a Almanyayê Ulla Jelpke der barê pevçûna di mihrîcanê de di navbera polîsên Alman û ciwanên Kurd de qewimî de daxuyaniyek da û diyar kir ku sedema hemû aloziyên di navbera Almanya û Kurdan de qedexeya liser PKK’ê ye. Jelpke da zanîn ku qedexeya li ser PKK’ê ne tenê mafên siyasî yên Kurdên li Almanyayê dijîn asteng dike, di heman demê de, bi qasî Kurdan ziyanê dide polîsan jî. Parlementera Çepgir Jelpke ev bang li hukûmeta Berlînê kir:
"LI YE’YÊ TENÊ ALMANYA EV QEDEXE PÊK TÎNE"
"Divê êdî hukûmeta Alman û yekîneyên ewlekariyê êdî qebûl bikin ku PKK’ê destekek mezin ji Kurdan digire. Beşek mezin a ji Kurdên li Almanyayê dijîn, mexdûrên şerê li Kurdistanê berdewam dike ye, an xizmek wan di nava gerîlayan de ne, an jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Ji ber wê jî di mirhîrcana li Mannheimê hat lidarxistin de cih bidin nêrîna PKK’ê.
Li Yekitiya Ewropayê, tenê welatê qedexeya li ser PKK’ê pêk tîne Almanyay ye. Her çendî 19 sal in ev qedexe heye, lê dîsa jî PKK her ku diçe li Almanyayê xurt dibe. Vê rastiyê di rapora Rêxistina Parastina Makeqanûnê de jî cih girt. Ev helwesta li di bin navê PKK’ê de li hemberî Kurdan tê pêkanîn, mafê enterasyonê yê nêzî 800 hezar Kurdên li Almanyayê dijîn asteng dike.”
Daxuyaniyek bi heman awayî ji vexwendiya mihrîcanê Endama Meclîsa Eyaleta Baden-Würtemberg Heike Hänsel hat. Hansel diyar kir ku di çapemenî û daxuyaniyên polîsan de tenê behsa polîsên birîndar tên kirin û vê helwestê şermezar kir. Hansel got; “Di pevçûnan de gelek beşdarên mihrîcanê birîndar bûn, lê evane ji nedîtî ve hatin. Ez vê bûyera tundiyê û konsepta polîsên Mannheimê şermezar dikim. "
Hansel bi bîr xist ku heta polîsên Alman dest ala di destê ciwanekî de wernedabûn, mihrîcan bi aramî û aşitiyane derbas dibû û diyar kir ku wê heta saet 16.00 mihrîcanê şopandiye. Hansel got; “Piştî ku polîs vekişiyan alozî bi dawî bû. Bûyerên di mihrîcanê de qewimîn cîhana dan ku qedexeya li ser PKK’ê ya ku li tu welatên din tune ye, temenê xwe tije kiriye.”