Tevî hin endamên Meclîsa Federal a Almanyayê, komek ji parlementerên Alman nerazîbûn nîşanî girtina tevî Şaredarê Wanê Bekîr, 10 siyasetmedarên Kurd ên li Wanê hatin girtin danb û got; “Hikûmeta AKP’ê li hemberî desthilatiya AKP’ê rola sê meymûnan dileyîze. " Wekîlên Alman destnîşan kirin ku ji ber sedemên aborî û stratejîk hikûmeta Berlînê li hemberî binpêkirinên mafan ên li hemberî Kurdan bê deng dimînin û xwestin zext li Enqereyê bê kirin.
Parlementerên Partiya Çepgir a Alman der barê kuştina Ozgur Taşar ê 15 salî yê li Geverê ji aliyê polîsan ve hat kuştin û girtina Şaredarê Wanê û 9 siyasetmedarên din ên Kurd de daxuyaniyek da û vê yekê bi tund şermezar kirin.
Navê kesên ku îmze dane daxuyaniyê wiha ne: Endamên Meclîsa Federal; Andrej Hunko, Ingrid Remmers, Harald Weinberg, Endama Meclîsa Eyaleta Hamburgê; Cansu Özdemir, Endama Şaredara Nürnberg; Marion Padua, endamê Rêveberiya Partiya Çepgir a Saksonya Jêrîn; Yılmaz Kaba, Siyasetmedara ji Partiya Çepgir a NRW Hamide Akbayir, dîrokzan Michael Knapp û civaknas Martin Dolzer.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sala 2010 ve 12 kes ji aliyê hêzên ewlarkiyê ve hatine kuştin û hat gotin ku Tirkiye bi aşkereyê hiqûqa navneteweyî û mafê mirovan bin pê dike.
Siyasetmedarên Alman destnîşan kirin ku Bekîr Kaya bi nasnameya xwe ya aşitîxwaz û demokratîk dihat naskirin û gotin; “Girtina Şaredar Kaya û hevalên wî yên şaredar, tê wateya bêtehemuliya hikûmeta Tirk a li hemberî aktîvîstên aşitiyê.”
Parlementeran gotin ku hikûmeta Edogan nahêle gelê herêmê û şaredariyê BDP’yî alîkar werbigire û lê li hemberî vana şaredariyan hewl dan bi bê alîkariya dewletê bixebitin. Parlementeran got; “Girina Bekir Kaya û 32 şaredarên din ên ku di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de tên meşandin û ji sala 2009 ve 6500 kes di encamê de hatin girtin, nayê qebûlkirin.”
Parlementeran helwesta hikûmeta Alman jî rexne kirin û gotin ; “Hikûmeta AKP’ê li hemberî desthilatiya AKP’ê rola sê meymûnan dileyîze. " Wekîlên Alman destnîşan kirin ku ji ber sedemên aborî û stratejîk hikûmeta Berlînê li hemberî binpêkirinên mafan ên li hemberî Kurdan bê deng dimînin û xwestin zext li Enqereyê bê kirin.