Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Beat Jans diyar kir ku PKK tevgera azadiyê ye û destnîşan kir ku li Rojava di şexsê Kurdan de şerekî ji bo parastina nirxên mirovahiyê tê meşandin. Jans got, "Sîstema Rojava, ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn yekane modela alternatîf e." Jans her wiha ragihand ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şenseke mezin e û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de banga destekkirina HDP'ê kir.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) a Parlamenta Federal a Swîsreyê Beat Jans, di serî de têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, gelek mijar ji ANF'ê re nirxand.
'BI TENÊ KURD JI BO PÊŞEROJA GELÊN ROJHILATA NAVÎN ŞER DIKIN'
Jans da xuyakirin ku di nava kaosa mezin a li Rojhilata Navîn de, yekane hêza ji bo pêşeroja gelan şer dike û hebûna sîstemeke alternatîf pêşkêşî gelan dike, di şexsê YPG û YPJ'ê de Kurd in û destnîşan kir ku pêşeroja gelên herêmê di modela Rojava de veşartî ye. Jans diyar kir ku kes sîstemekê pêşkêşî gelên li herêmê nake û got, "Hêza kuku demokrasî û azadiyê bîne Rojhilata Navîn Kurd e. Û li wê derê, li dijî DAIŞ a dixwaze nirxên mirovahiyê tine bike, Kurd têkoşîneke mezin dimeşînin. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê dîtin û divê were dîtin."
'BERXWEDANA LI ROJAVA JI BO MIROVAHIYÊ MORALEKE MEZIN E'
Jans berxwedana Kobanê bibîr xist û anî ziman ku Kurd ne tenê ji bo pêşeroja xwe ketine şer û got, "Berxwedana li Kobanê hat nîşandan, ne tenê têkoşîna ji bo pêşeroja Kurdan bû. Ev berxwedan di heman demê de şerekî mezin ê ji bo mirovahiyê bû. Ya li wê derê bi ser ket, nirxên mirovahiyê bû. Li Kobanê şerê demokrasî û azadiyê hat meşandin. Hemû nirxên mirovahiyê yên ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin wan tine bikin, ji aliyê Kurdan ve hatin parastin. Di encama berxwedanê de destketiyên derketin holê, ji bo mirovahiyê bû moraleke mezin."
'KURD SÎNORÊ DEMOKRASIYÊ TEMSÎL DIKIN'
Jans da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê tevî komkujiyên li hemberî gelên ji baweriyên cuda her wiha dixwaze mîrateya çandî ya li herêmê jî tine bike û anî ziman ku Kurdên li hemberî rêxistineke bi vî rengî ya dijminê mirovahiyê şer dikin, werin destekkirin. Jans ragihand ku weke Partiya Sosyalîst ji destpêka vê pêvajoyê û vir ve ew her tim li cem Kurdan e û got, "Kurd li Rojhilat Navîn sînorê demokrasiyê temsîl dikin. Kurd têkoşîneke ku dikare ji gelên li cîhanê re bibe mînak, dimeşînin."
'PKK TEVGERA AZADIYÊ YE'
Jans destnîşan kir ku PKK ji bo wî tevgereke azadiyê ye û diyar kir ku ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' ya hin dewletan de biryareke şaş e. Jans da xuyakirin ku ji bo PKK li Swîsreyê li lîsteya 'terorê' neyê bicihkirin wan têkoşîneke mezin dane û got, "Tevî ku her tiştên PKK dike destek nakim jî, ez wan weke şervanên azadiyê dibînim."
'EGER ALÎ BIXWAZIN, SWÎSRE DIKARE BIBE WELATÊ ÇAVDÊR'
Jans, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî nirxand û diyar kir ku weke partî ew girîngiyê didin vê pêvajoyê. Jans diyar kir ku pêşniyarnameya Partiya Sosyalîst a ji bo hikûmeta Swîsre bibe welatê çavdêr ji aliyê hikûmetê ve hatiye qebûlkirin û anî ziman ku eger alî bixwazin wê bibin welatê çavdêr. Jans ragihand ku divê ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe û destnîşan kir ku pêwîste hikûmeta AKP'ê xwe ji siyaseta pêvajoyê rawestîne, vegire. Jans bal kişand ser girîngiya serketina vê pêvajoyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û got, "Di vê pêvajoyê de di serî de Kurd divê hemû mafên gelên din bi destûra bingehîn werin ewlekirin."
'JI BO DEMOKRASIYÊ DIVÊ HDP WERE DESTEKKIRIN'
Jans da zanîn ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şenseke mezin e û diyar kir ku ji bo demokrasî, wekhevî û azadiya li Tirkiyeyê girîng e HDP were destekkirin. Jans bi taybetî bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn kir ku di hilbijartinên 7'ê hezîranê de, di navbera 8-31'ê Gulanê de li Serkonsolosiyên Zurich, Cenevre û Bernê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
BANGA JI BO DESTEKKIRINA ATICI
Jans hilbijartinên parlamenteriya parlamenta federal ên meha Cotmehê li Swîsreyê tên lidarxistin jî bibîr xist û ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn xwest ku destekê bidin Partiya Sosyalîst. Jans da xuyakirin ku divê biyaniyên li Swîsreyê dijîn jî di siyaseta Swîsreyê de rolê werbigirin û got, "Di hilbijartinên meha Cotmehê de ji partiya me, namzetê bi eslê xwe Kurd Mûstafa Atici yê ji baselê divê were destekkirin. Eger ew bê destekkirin wê were parlamentê û bi vî rengî Kurdek wê li Parlamenta Federal bibe wekîlê me."