Wekîlan bang kirin: Li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê
Çalakiya wekîlên HDP'î ya li ber Wezareta Edaletê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Di çalakiyê de hate ragihandin ku bêdengî sûc e û divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Çalakiya wekîlên HDP'î ya li ber Wezareta Edaletê ya li dijî tecrîdê dewam dike. Di çalakiyê de hate ragihandin ku bêdengî sûc e û divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Çalakiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li ber Wezareta Edalatê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 6'an de ye. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan û dowîzên bi nivîsa "Bila li Îmraliyê hiqûq bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hildan. Parlamenter li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê hatin dorpêçkirin û astengkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz diyar kir ku ew li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiyê dikin û destnîşan kir ku polîtîkayên şer bi salan e dibin sedema êşên giran. Îpekyuz qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin û hesabê wê teqez bipirsin.
Îpekyuz diyar kir ku nêzî 22 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, divê hêzên civakî li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Parlamenter Îpekyuz got, "Temaşekirina li binpêkirina mafên mirovan hevpariya sûc e. Eger tê xwestin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê bêne çareserkirin, divê tecrîd bê rakirin."
Îpekyuz tecrîd weke êşkenceyê pênase kir û got, "Divê ev yek bê bidawîkirin. Ji bo aştî li Tirkiyeyê serwer bibe, ji bo jiyaneke azad û wekhev divê tavilê pêvajoya danûstandinê bê destpêkirin. Herî dawî serdana CPT bû cihê fikaran di nava civakê de. Daxwazên me rewa ne, hiqûqî ne. Divê her kes li ber vê bêedaletiyê rabe. Bêdengî hevpariya li sûc e. Divê Wezareta Edaletê tavilê bersivê bide."