Vezîr Kaya yê 30 salan dîlgirtî bû, hate berdan

Vezîr Kaya ku 30 salan li Beşîkduzu ya Trabzonê dîlgirtî bû, hate berdan.

Vezîr Kaya (55) ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan. Cezayê Kaya du caran hatibû taloqkirin û piştî 30 sal û 7 mehan hate berdan. Kaya, ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hate bajarê xwe Êlih e. Kaya, li Taxa Baglarê ji hêla xizmên xwe ve bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Kaya, bi coşeke mezin a malbatê hate pêşwazîkirin û li gel endamê yê herî biçûk kevok firand.

Kaya, di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû destgîrkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê biribû.