Uysal: Gel dikare pergala Îmralî biguherîne

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku pergala li Îmraliyê hatî avakirin, di asta hiqûqî de pergaleke taybet e û got, “Me ji Mafê Mirovan a Ewropayê zanî ku cezayê dîsîplînê dane Ocalan.''

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal têkildarê girankirina tecrîda li Îmraliyê û cezayê dîsîplînê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê hevalên wî hatibûn birîn ji ANF’ê re nirxand.

- Ji roja yekem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî dîl girtin û heta niha, sîstemek ya tecrîdê heye. Ev tecrîd di roja îro de gihîştiye asteke pir giran, hûn wparêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di aliyê hiqûqa navxweyî û navnetewî de vê mijarê çawa dibînin? Ji bo dawîbûna tecrîdê helwestek çawa pêwîste?

Dîlgirtina Birêz Ocalan heta vê demê, di asta hiqûqî de pergalekî taybet e. Li gorî zagonên hiqûqa Tirkiyê, hiqûqa navnetewî û peymanên navnetewî, pergalekî taybet e û mînakên wê nînin. Li gor hiqûqê, divê li beramberî her kesê nêzîkatiyeke wekhev hebe. Lê ger wisa çênebe, ev dibe dij hiqûqî. Li gor kesekî hûquqa nû tê avakirin û wisa tê bi navkirin. Ev 23 sal in ku li Îmraliyê pergaleke taybet hatiye avakirin û ev pergal ne li gor hiqûqê ye. Bi vê kiryarê armanc kirine ku rol û mîsyona Birêz Ocalan ji holê rakin. Her wiha xwestin bandora Birêz Ocalan ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji holê rakin. Li gor wê odeya ku tê de dimîne, dirêjiya dîwarên odeyê, mezinbûna odeyê, tenê hiştin, volte avêtin, xwendin û hevdîtin di kiryarên înfazê de ye, ev xal hemû yek bi yek hatine plan û armanckirin. Her ku çûye jî ev pergal hîn girantir û kûrtir bûye. Wek parêzer, her tim em li dijî vê pergalê ne û nayê qebûl kirin. Tecrîd li gor bertekên gel, tê guhertin. Bidawî kirina vê tecrîdê, bi rewşa siyasî û polîtîk ve girêdayî ye.

-Di serî de gelê Kurd, dostên wê û hêzên demokratîk di her kêliyê de rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd diyar dike. Di dema borî de dibînin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tim bûye muxatabê esasî û kariye şer bide sekinandin. Bê wî gelo pirsgirêka Kurd çareser dibe? Rol û mîsyona wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye çiye?

Birêz Ocalan bi awayekî eşkere di Rojhilata Navîn de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd aktorekî sereke ye. Ev rastî ruxmê ku di girtîgehê de ye jî, eşkere ye. Her tim Birêz Ocalan gotiye ku ‘ez amade me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û rolê ku bikeve ser milê min ez ji bo wê amade me’. Ev rol û mîsyona Birêz Ocalan û xebatên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li her derê cîhanê û taybet li Tirkiyê hatiye famkirin. Çiqas dewleta Tirk xwestibe ku vê muxatebiyeta Birêz Ocalan ji holê rake jî, lê gel ev muxatebî naskiriye û her tim piştgirî dayê. Beriya ku Birêz Ocalan were dîlgirtin, ev rol û mîsyona xwe aniye ziman. Bi taybet sala 2013’an Birêz Ocalan ev muxatabiyeta xwe da diyarkirin. Di hevdîtina 2019’an de jî Birêz Ocalan heft xal destnîşankir û parvekir. Di nava wan heft xalan de armanc û xwesteka yekemîn çareserkirina pirsgirêka Kurd bû.

-Salên dûr û dirêj in ku hûn parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin. Beriya niha pirsgirêkên mîna ‘keştî xirabe ye’ û ‘rewşa hewayê ne guncav e’ ev daxwaz nedihate cih anîn, lê ev demeke cezayê dîsîplîn û herî dawî jî di dema‘volta avêtinê’ de bi hêcata ku bê destûr bi hevre axivîne, cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn. Di warê hiqûqî yên girtiyan de ev yek tê çi wateyê? Rênedayîna hevdîtina parêzer û malbatê di warê hiqûqî de çiqasî rast e? Tirkiye bi vê yekê çi dixwaze bike?

Birêz Ocalan 10 salan bi tena serê xwe li greva Îmraliyê ma. Piştî 10 salan, odeya Birêz Ocalan hat guhertin û 5 girtiyên din li Îmraliyê bicih kirin. Heman nêzîkatî li wan girtiyên ku li wir bicihkirine jî raber kirin. Niha sê kes li Îmraliyê ne û ev şeş sal in li wirin. Di nava van şeş salan de qet hevdîtinên parêzeran çênebûye û tecrîd di asta herî jor de dane meşandin. Tenê sê caran karîne malbatên xwe bibînin. Ji ber sedemên vala û hêcetan, ji sala 2015’an û şûnde tevahî hevdîtin hatine sekinandin. Piştî darbeya li Tirkiyê qewimî û rewşa awarte hate ragihandin, du salan bi biryara Dadgeha Înfazê ya Bursayê, ti hevdîtin, têkilî, name, rojname û her cûre rêya agahiyê nehiştin ji bo wan biçe û qutkirin. Piştî 2018’an ku rewşa awarte ji holê rabû û neçar man hevdîtin çêkirin; wê demê cezayê dîsîplînê derket holê. Dema ku Birêz Ocalan û her sê hevalên din ji bo sporê bikin, derdikevin volte diavêjin û bi hev re diaxivin, cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Me ji Mafê Mirovan ya Ewropayê zanî ku cezayek wisa dane Birêz Ocalan û hevalên wî hatiye birîn. Her wiha Birêz Ocalan jî du caran li ser hev îtîraza vî cezayî kiriye. Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Birêz Ocalan ditirse û dixwaze rolê Birêz Ocalan ya li ser gelê Kurd û azadîxwazan ji holê rabike.

Hiqûqa navneteweyî çawa li tecrîda li Îmralî û sîstema êşkence ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din dinêre? Hiqûqa Ewropa, CPT û saziyên mafê mirovan çiqas ji sîstema Îmralî hayedarin û xwedî helwestin? Helwesta wan çawa digirin dest?

Îro qanûn yan jî kiryarên Tirkiyê ne li gor peymanên Konseya Ewropayê ne. Heta niha jî me ti nerazîbûn yan jî nêzîkatiyên ji bo rakirina vê tecrîdê ji Konseya Ewropayê nedîtiye. Ev bêdengiya wan ne ji ber vê ye ku Tirkiye ewqas kiryarên xwe rast dike. Berovajî, pergala dij hiqûqî ku hatî avakirin, bi awayekî êşkence heta vê demê hatiye, ev sazî û dezgeh bi awayekî siyasî û polîtîk nêzikatiyên xwe nîşan didin. Ger ku wê helwest yan jî nêzikatiyên hiqûqî nîşan bidin, divê bikevin nava hewdanekî. Lê belê CPT di nava van 23 salan de, tenê 8 caran hatiye serlêdanê. Gelek caran dibêjin ku Birêz Ocalan kesekî siyasî ye, girtiyekî polîtîk e û di heman demê de girtiyekî ji bo dewleta Tirk xetere. Ji bo sedema xeteriyê jî diyar dikin ku Birêz Ocalan di hêla fikir û felsefeya xwe de şerekî mezin dike. Em jî dibêjin ku ev nêzikatiyekî şaş û çewte.

-Ji bo şikandin û dawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha û di siberojê de hem li hundir û hem jî li derve di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de planeke we heye yan na?

Serlêdanên me yên ji bo dadgeha Bursayê heta niha jî berdewam e. Her heftî ji bo ku malbat hevdîtin bikin, em serlêdan dikin. Gelek caran dema ku em li hemberî cezayan îtîraz û daxwaza dosyayê dikin, bi hêcetan dereng dixin û red dikin. Di asta navnetewî de jî serlêdanên me yên ji bo Mafên Mirovan ya Ewropa heta niha jî berdewamin. Her wiha em bi rapor û serlêdanan Konseya Ewropa yan jî CPT agahdar dikin. Rojeva me ya sereke li Komîteya Ewropa ku girêdayî Konseya Ewropayê ye, biryara tecrîdê xistina rojeva komîteyê ye. Heta niha me wek rapor ji wan re şandibû, lê ji vir û şûnde em ê bi serlêdanan xebatên xwe berdewam bikin. Di heman demê de em ê di asta hiqûqî de ji bo kampanya azadiya Birêz Ocalan xebatên pêwîst bikin.