Gora gêrîlayê HPG'ê Îbrahîm Kiliç ya li Goristana Çekmekoy Ekşiogluyê rastî êrîşa kesên ulkucu hat. Koma ulkucuyên ku xwest gorê hilweşînin dirûşmeyên "Çi keyfxweşim ku Tirkim" berz kirin.
Gora gêrîlayê HPG'ê Îbrahîm Kiliç ku li navçeya Elkê di 2'ê Îlonê de di şer de jiyana xwe ji dest da û di 7'ê Îlonê de li goristana Çekmekoy Ekşîoglu ya Sancaktepe hatibû definkirin, ji aliyê komek ulkucu ve rastî êrîşêhat. Koma ulkucuyên ku tehemul nekirin cenazeyê gêrîla Kiliç li Çekmekoy Ekşîoglu bê defin kirin, şevê din di demjimêrên dereng de êrîşî gorê kirin û dirûşmeyên "Çi keyfxweşim ku Tirkim" berz kirin. Rêveberê BDP'a Sancaktepe diyar kir ku, komek ulkucu bi dirûşmeyên "Çi keyfxweşim ku Tirkim" berz kirin û gef li kurdan xwarin. Rêveberê BDP'ê da zanîn ku, koma ulkucuyan pişti demekê rêya Şile li trafîkê girtin belav bûn.
Hate zanîn ku malbata gêrîlayê HPG'ê Kiliç ji bo gora Kiliç bê parastin bi daxwaznameyekê serî li Qereqola Polîsan ya Ayazaga dan.