Turkmenoglû nelirêtiyê dewam dike

Parlamenterê Wanê yê AKP'ê Kayhan Turkmenoglû ku bi karên nelirê di rojevê de ye, niha jî bi rêya şîrketên paravan ji şaredariyên di destê qeyûm de ne dixwe.

Serokê berê yê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû ku di hilbijartina dawî de jî ji AKP'ê bû parlamenter, karên nelirê dewam dike.

Parlamenterê Wanê yê AKP'ê Turkmenoglû bi taybetî bi şandina lîsteyan ji Îş-Kûrê, bi vî rengî wergirtina personelan û bi karên nelirê yên bi rêya şîrketên paravan dike, tê naskirin. Turkmenoglû têkildarî karên nelirê dibêje 'Belgeya we heye' û bi vî rengî hewl dide binixumîne. Cihê Nexweşxaneya Îhtîsas ku yek ji nexweşxaneyên herî girîng ê Tirkiyeyê yê dil bû, piştî ku hate hilweşandin radestî Global Înşaatê hate kirin ku Turkmenoglû şirîkê wê ye. Ji bo fîrmayên ku 100 milyon TL da cihê nexweşxaneyê, Şaredariya Artemêtê ya AKP'î got 'Di îmarê de pirsgirêk heye, em nikarin bikin', tenê bi 20 hezar TL'yî pêşkêş kir.