Turkmen: Gel rejîma yekzilam naxwaze

Endamê Desteya Rêvebir a HDP’ê Emîralî Turkmen diyar kir ku gelên Tirkiyeyê êdî rejîma yekzilam naxwazin û divê ew li dijî vê rejîmê têkoşînê geştir bikin.

Alîkarê Hevserokatiya Berpirsyariya Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP’ê Emîralî Turkmen ji ANF’ê re axivî.

Turkmen diyar kir armanca pêşîn a Tifaqa Ked û Azadiyê biryara mezinkirina têkoşînê ya li hemberî rejîma yekzilam e û got “Hewldanên me didome ku em tifaqa heyî mezin û geş bikin.”

EM RÊYA 3’EMÎN AVA DIKIN

Turkmen diyar kir beşên civakê ji rewşa heyî ne razî ne û got “Ji bo şirîkatiya têkoşînê ya komara demokratîk ku Kurd, Elewî, jin û ekolojîst jî di nav de ne, em jî ketine nav hewldanan. HDP ji partiyên pergalê cihêtir e. Partiyên pergalê xwe li ser siyaseta temsîlkirinê ava dikin û ji bo xurtbûna faşîzma li Tirkiyeyê hewl didin. Em jî rêya sêyemîn pêşniyaz dikin. Em dizanin Tirkiye ne civakeke yekparêz e û civakeke piralî ye. Em li ser rêya sêyemîn in ku li Tirkiyeyê em ê hêviyê, hevkariyê, aştiyê, demokrasiyê, ked û têkoşînê mezintir bikin.”

GEL REJÎMA YEKZILAMÎ NAXWAZE

Turkmen diyar kir gel rejîma yekzilamî naxwaze û got “Li gorî me divê êdî rejîma qesrê were hilweşandin. Em jî hewl didin xeta têkoşînê ya ku qadên demokratîk bi rêxistin dike û hemû rengên civakê di nav komareke nû de wê teşe bigire, li taxan, kolanan û parkan ava bikin. Gel êdî naxwazin di nav rejîma yekzilamî de bijîn. Daxwazên civakî hene. Ji bo ku em ji daxwazên civakê re bibin bersiv, em têdikoşin.”

Turkmen diyar kir HDP di serî de wê zexta li ser mûxalefetê di demên pêş de zêdetir bibe û got “HDP tevgereke gel e. Wekî çemekî di nav gel de ye. HDP bersivên rast dide pêvajoyên nû û hewl dide xwe bigihîne çemên mezintir. Me gava yekemîn a vî tiştî avêt. Em niha amadekariya gava duyemîn dikin. Li ser axa Kurdan em dikarin bi partiyên Kurdan re çawa enerjiya xwe bikin yek. Li ser axa Kurdan qeyyûm li ser şaredariyan hatine peywirdarkirin, saziyên demokratîk ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin, em dizanin ev sazî hemû aîdî gelan e. Em jî dixwazin têkoşîna  gelan bi têkoşîna kedkar û bindestan re bikin yek û rêya xwe bidomînin.”