Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel bertek nîşanî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ve jê re dayîn da û wiha got: "Ez ji vê dozê di girtîgehê de mam. 5 salin didin rawestandin. Piştî fermana Serokwezîr Erdogan bi dawî kirin. Biryareke siyasî ye. Dewlet hiqûqa dijminahiyê bi kartîne."
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel biryara 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê derheqê wê de da, ji ajansa nûçeyan ya DÎHA'yê re nirxand. Tuncel diyar kir ku, doza berê derheqê wê de hate vekirine û biryar 5 salin dihate rawestandin û piştî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got, "Min bi dadê re hevdîtin kir û dê ya pêwîst bikin" bi lezgînî biryar hate dayîn. Tuncel bi tund bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Ev biryarekî siyasî ye. Dewlet hiqûqa dijminahiyê bi kartîne. Serokwezîr got wî ferman da dadê û dadê jî ya pêwîst kir. Li dijî hiqûqa xwe jî biryaran digirin."
TUNCEL DÊ ÎTÎRAZA BIRYARÊ BIKE
Tuncel da zanîn ku, biryara nêzîkahiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd nîşan dide. Tuncel bilêv kir ku, biryar pêkanînek li hemberî kurdane û wiha axivî: "Ji xwe zêdehî 8 hezar hevalên me di girtîgehê de ne. Ji kesên derve jî zextên wisa pêk tînin. Li gorî me dê têkoşîn bidome. Li gel biryara skandal ji wekîlekî re biryara derketina derveyî welatî pêk anîn. Ev biryarekî wisa rezîle." Tuncel destnîşan kir ku, heke rêgezên hiqûqê bikaranîban dê di dozê de beraet derketiba, lê ceza derket. Tuncel anî ziman ku, pêvajoya hiqûqî hêj bi dawî nebûye û dê li hemberî ceza îtîrazê bikin.