TUÎK'ê rapora 2011'an a xizaniya Tirkiyeyê aşkere kir û diyar kir ku, şêniya Tirkiyeyê “Li gorî lêkolîna hatin û şertên jiyanê" ji sedî 16.1 di bin rîskê xizaniyê de dijî.
Saziya Îstatîst3ikên Tirkiyeyê (TUÝK) rapora 2011'an ya Hatin û Şertê Jiyanê yên welatiyên Tirkiyeyê aşkerek kir. TUÎK'ê di raporê de diyar kir ku, li Tirkiyeyê çend kesên hêjmara wan hindik herî dewlemendin û ev kesên dewlemend xwedî para herî mezin ya hatina Tirkiyeyê ne. Li gorî daneyên TUÎK'ê hatina di destê çend kesan de ji ya hemû welatiyên Tirkiyê bêtire. Ev yek jî dide xuyakirin ku di qada aborî û debarê de bêahengiyek herî mezin heye.
Hatina herî kêm li Bakûrê Kurdistanê ne. Ev yek xuya dike ku li Tirkiyeyê bajarê herî xizan û betalî herî zêde bajarên Kurdanin. Hatina salê ya serê şexs, ya herî zêde 24 hezar û 343 TL ye. Salê hatina ku xelkê xaneyê bikartîne jî 10 hezar û 774 TL ye. Li herêma Stenbolê hatine salê ya şexs 14 hezar û 873 TL ye. hatina herî kêm jî li bajarên Bakûrê Kurdistanê û salê serê şexs 5 hezar û 418 TL ye.
Li gorî daneyên 4 salên dawî Tirkiye bêtir ber bi xizaniyê ve diçe û betalî zêdetir dibe. TUÎK'ê da zanîn ku, li gorî sala 2009'an Tirkiye bêtir xizan bûye. Tirkiye di sala 2009'an de ji sedî 17.3 bû, di sala 2010'an de xizanî derket 18.5'an.