Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED Oktay, ji ber AKP di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gav navêje nerazîbûn nîşan da û got ku berevajî vê bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û ji bo komkujiyên nû yên girtîgehan zemîna qanûnî tê amadekirin. Oktay xwest li dijî dîktatoriya AKP’ê têkoşîn bê kirin û ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kir.
Civîna Meclîsa Giştî ya TUHAD-FED ku ev sê roj in li Mersînê didome bi dawî bû. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya Şaxa Mersîn a TUHAD-FED’ê de encamcame hat aşkerakirin.
Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Bahar Oktay, got ku tevî pêvajoya çareserî û muzakereya demokratîk a demeke dirêj e di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê meşandin, desthilatdariya AKP’ê gaveke berbiçav neavêtiye.
'HIŞYARIYA JI BO KOMKUJIYÊN GIRTÎGEHAN ZEMÎNA QANÛNÎ'
Oktay, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de sererastkirineke qanûnî nehatiye çêkirin û got, “Bi sedan girtiyên bi giranî nexweş terkî mirinê hatine kirin.” Oktay diyar kir ku bi pakêta ewlekariya hundir re, di serî de gardiyan û hêzên ewlekariyê yên taybet ji bo di qadên girtî de bikaranîna bombeya gazê û her cure çek meşrû kiriye û bi vê re ji operasyonên 19’ê Kanûnê re zemîneke qanûnî amade kiriye.
Oktay, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya bi komkujî û nelirêtiyan tê bîranîn êdî wextê xwe temam kiriye û li hember dîktatoriya AKP’ê banga têkoşînê li civakê kir.
'AKP DI NAV TENGASIYAN DE YE’
Oktay bal kişand ser şerê li Rojava û Rojhilata Navîn, anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê di nav tengasiyan de ye, ji ber vê li Rojava çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike û dike bela serê mirovatiyê. Oktay da xuyakirin ku AKP’ê li Agirî û Roboskî jî provokasyon pêk aniye û bi vî awayî dixwaze desthilatdariya xwe saxlem bike.
'EM LI REX HDP'Ê BIN'
Oktay, ji bo hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji HDP’ê re kir.