TUAD: Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statû

TUAD: Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statû

Malbatên girtiyan diyar kirin ku, gelê Kurd dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin, dê çareserî û aştî li ser bingehê ji Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statû pêk bê.

Endamên Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUAD) çakaliya her hefte li ber Girtîgeha Jina ya Girtîgeha Bakirkoyê ji bal bikşînin li ser mijarên tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên jiyandin lidar dixin vê hefteyê jî lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Ne tecrîd, azadî ne şer, muzakerê" hate vekirin. Çalakvanan dirûşmeyên wek "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin", "Qatîl Erdogan" û "Ji bo girtiyên nexweş azadî" berz kirin.

Li ser navê TUAD'ê Nurettîn Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê ji bo pirsgirêka Kurd şûna gavên çareseriye bi avejê, polîtîkayên tundî û pêkûtiyan zêdetir dike.

'GELÊ KURD BIRYARA XWE DAYE'

Kiliç bilêv kir ku, dê li ser bingehê ji Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, gelê Kurd re statû dê çareseriya aştiyane pêk bê û wiha pedê çû: "Em li dijî feraseta ku Birêz Ocalan texê bin tecrîdê û dixwaze gelê Kurd jî bi qirkirina çandî xilas bike. Gelê Kurd biryara xwe daye, koletî red kiriye. Dê gelê Kurd tekoşîna hebûna xwe parastin û qezenckirina azadiyê ser bêxe. "

Piştî daxuyaniyê ji bo çalakiya sibe li Qada Galatasaraya ya Taksîmê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.