TRT di dijminahiya jinê de israr dike

TRT di dijminahiya jinê de israr dike

TRT a ku demê desthilatdariya AKP’ê ji nûve hat sazkirin, Omer Tugrul Înançer  ku di meha Remezanê de gotinên dijminahiya jinê dikir bikardianî cardin kir mêvanê xwe û vê carê jî jin kirin hedef.

Omer Tugrul Înançer yê ku di meha Remezanê de bi gotina, “Bila jinên du canî li taxan negerin, ne estetîke û ne raste jî” rastî bertekên tund hat, şeva Înê cardin bû mêvanê heman kanalê.

Înançer yê ku di bernameya bi navê “Li gel Omer Tugrul Înançer, Cîhana me ya Hezkirinê” de jin weke “xapandina” serbestiya aboriyê nîşan da û wiha got: “ Pêwiste jin dest ji xapandina tiştên  wisa mirovan dixapîne yên empozeyê nava malbatê kirine yên wekê ‘bila jin di alî aborî de li ser lingê xwe bisekinin’ berde.

Înançer ku bi gotina xwe ya “ez qala jinên dixwebitin dikim” dijminahiya xwe ya li hemberî jinê wiha berdewam kir: “Ji dibêje pêwistiya min bi hevserê min nîne’ dibêje malbatê belav dike. Ew ne muhtacê zilamê xwe ye lê di bin destê karmendên biyanî de xebitê layiqê hasyeta xwe dibîne. Lê di bin fermana  hevserê xwe de layîqî hesyeta xwe nabîne.”

Înançer wekheviya jin û zilam jî red kir û got wateya ‘jinîtî’ sazibûyînê îfade dike û wiha berdewam kir: “ Ez nabêjim heval. Hevala min nîne, wekhevî nîne. Ez bi jin û zarokên xwe re ne di heman astê de me. Ne hevala min, dibe zevca min. Jinik jî ji bo wateya sazibuyînê tê bi karanîn.”