Tişta Erdogan ji çapemeniyê fêm kir tenê ‘kart’e

Tişta Erdogan ji çapemeniyê fêm kir tenê ‘kart’e

Di hevpeyvîna ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan dayî rojnameya Washington Post de feraset û zextên xwe yên li ser çapemenî û azadiya fikir danî holê. Li gorî Erdogan yê “karta çapemeniyê” nebe ne rojnamevane û di girtina wan de tu pirsgirêk tune ne. Serokwezîrê Tirk Erdogan îdîakir ku, rojnamevan ji ber sedemên weke “hilgirtina çekê” hatine girtin, weke tê zanîn çi rojnamevanek girtî bi tiştek wisan nayê sûcdar kirin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan vêcarê feraseta xwe ya dijminahiya li beramberî çapemenî û azadiya fikir birêya çapemeniyek ya biyanî danî holê.

Ji Rojnameya Washington Post, Lally Weymouth hevpeyvînek li gel Erdogan kir û derbarê rewşa rojnamevanên girtî de pirs jê kirin.

Li ser pirsên weke “Di welat de ez biçim kuderê bila biçim, ez rojnamevanên ku bêy sûcdariyek li ser hebe di girtîgehan de ne dibîhîsim. Hûn çima wan ji girtîgehan dernaxin? Ev ji bo Tirkiyeyê baş nîne. Hûn çima destûr nadin, tişta ew dixwazin bînin ziman?” Erdogan çi ji çapemeniyê fêm dike nîşan da.

Erdogan got; “Ev rojnamevanane, ew rojnamevanên xwedî karta zerin. 9 lib hene. Evane ew kesên ku li gel rêxistinên terorê di têkiliyê de ne yanî kesên li gel wan karkirine. Yên din jî ji ber sedemên weke yan endamên rêxistinek ya terorê ne yan jî çek hilgirtine, di girtîgehê de ne. Hûn niha dibêjin, ev kesane ji ber ku rojnamevanin pêwîste bêne berdan? Ger ev kesane ne xwedî karta zer jî bin?”

Piştî van gotinan, Weymouth anî bîra Erdogan ku ji ber ku helbestek xwendibû ketibû girtîgehê û ev bersiv girt: “Her wiha ez fêm dikim ku digirtîgehê de mayîn çawaye. Lê belê tiştên ku van mirovan kirî, bi xwendina helbesta min re tu têkiliya xwe tuneye. Di rewşa min de, birîndarkirin yan kuştina kesekê kesekê tunebû, yan jî çek hilgirtin tunebû, ez tevlî tiştek wisan nebibûm. Ez şaredarê Stenbolê bûm û min helbestekî ji aliyê Wezareta Perwerdeya Netewî ve hatî erê kirin xwendibû, sedemê avêtina min ya girtîgehê ev bû.”

Erdoganê ku firen ne girt û îdîakir ku, “Tirkiyeya niha li gorî Tirkiyeya berî 10 salan ku cara yekem em hatin ser desthilatdariyê pir cûda ye. Em niha di demekî ku azadiya fikir di lûtkê de ye jiyan dikin.”

Di roja îro de Tirkiye di aliyê rojnamevanên girtî de, di rewşa girtîgeha herî mezin ya cîhanê de ye. Li gorî daneyên Platforma Piştevaniya Rojnamevanên Girtî, ji 18’ê Îlona 2012’an ve 13 rojnamevanên xwedî îmtiyazê û midûrê karê nivîsan bi giştî 81 rojnamevan li girtîgehên tirkiyeyê ne.