TIR'a ji barê alîkariyê ku di 14'ê Adarê de ji bo bigihêje Kobanê ji Danîmarkayê hat şandin, bi qasî mehekê li deriyê gumrukê yê Tirkiye-Bûlgarîstanê hat sekinandin û dûre li Danîmarkayê hat vegerandin.
ANF
KOPENHAGEN
duşem, 27 avrêlê 2015, 07:16
TIR'a ji xwarin, betanî, pêlîstok û alîkariyên din ên însanî yên ji bo Kobanê hatibû barkirin, di nava meha Adarê de ji Kopenhagenê hatibû şandin. Lê belê TIR'a ji barê alîkariyê piştî ku mehekê lis er sînorê Hamzabeylî yê Tirkiye-Bûlgarîstanê hat sekinandin, bi hinceta ku 'destûra bexşê ya kêm' li Danîmarkayê hat vegerandin.
Alîkariya ji bo Kurdên li Rojava ji aliyê endamê Meclîsa Şaredariya Furesø Celal Denîz û Komeley Kobanê Støttefond ve hat komkirin, ji ber ku rayedarên gumrukê yên Tirk destûra derbasbûnê nedan, îro neçar man vegerin bajarê Værløse yê Danîmarkayê.
Celal Denîz Kiliç roja Pêncşemê der barê mijarê de bi Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Martîn Lindegård re hevdîtin kir û anî ziman ku wezîr jê re ragihandiye ku ew ê bi mijarê re ji nêz ve eleqedar bibin û ji bo vekirina korîdora însanî ji bo Kobanê, zextê li Tirkiyeyê bikin.
JI TIRKIYEYÊ HINCETÊN BÊ BINGEH
Piştî ku hat bihîstin TIR'a alîkariyê bi hincetên ne di cih de ji deriyê sînor hatiye vegerandin, li medya civakî nerazîbûnên li hemberî Tirkiyeyê mezin dibin.
Celal Denîz Kiliç û asîstana projeyê Barbara Kaad Ostenfeld der barê mijarê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û anî ziman ku rayedarên Tirk di destpêkê de bi hinceta 'belgeya destûra bexşê' nîne TIR li deriyê sînor sekinandine, lê belê piştre dawî li van hincetan nehatiye.