Li gorî lêkolîneke gelemperiyê ya li Tirkiyeyê hate kirin, ji sedî 61’ê şêniyên Tirkiyeyê bi dilxweşî nêzî penaberan nabin.
Barem Research, li gel WIN/ Gallup International Association, liv û tevgera penaberiyê ya ku li cîhanê bi lez û bez zêde dibe, lêkolînek der darê nêrînên raya giştî ya li hemberî penaberan de kir.
Li gorî rapora lêkolînê, ji sedî 38’ê şêniyên cîhanê dibêjin “Penabertî tiştek xerab e”, bi çavekî erênî lê nanihêrin. Ji beşdarên ji seranserê cîhanê ji sedî 34 dibêjin, “Penabertî baş e.”
Di raporê de diyar dibe ku li Tirkiyeyê nêrîna li hemberî penaberan xerab e. Li gorî encamên raporê ji sedî 15’ê mirovên li Tirkiyeyê penabertiyê weke tiştekî baş dibînin û ji sedî 61 jî weke tiştekî xerab dibînin.
Tirkiye di warê hejmarî de sêyemîn welatê cîhanê yê ku herî zêde penaberan dişîne derve. Dema mirov li şêniyên wê û rêjeya penabertiyê dinihêre, Tirkiye di rêza yekemîn a lîsteya welatên herî zêde penaber dide de ye. Ji Tirkiyeya ku şêniyên wê 72 milyon e, 6.5 milyon şêniyên wê di serî de li Almanya û li welatên din ên cîhanê weke penaber dijîn.