Tirkiye li pêşiya dadgehkirina DAÎŞ’ê dibe asteng

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza dadgeheke navneteweyî dike ku li Bexda ji bo lêkolînkirina li ser sûcên DAÎŞ’ê, lê Tirkiye û çend welatên din li pêşiya vê dibin asteng.

Ji bo dadgehkirina çeteyên DAÎŞ’ê û sûcên wê demek dirêje li qada navneteweyî daxwaz têkirin ku dadgehek navneteweyî bê vekirin.

Çavkaniyeke bawer ji Bexda nexwest navê xwe eşkere bike ji ANF’ê re ragihand ku li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz hatiye kirin ku dadgeheke bilind a navneteweyî li paytexta Iraq Bexda bê avakirin ku lêkolînê li ser çeteyên DAÎŞ’ê û sûcên wê bike.

Çavkaniyê got: “Çend dewletên ku destê wan di avakirina DAÎŞ’ê de hene, bi taybet Tirkiye, Urdun, Qeter rêgirî li avakirina vê dadgehê dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAÎŞ’ê taybet sala 2014’an bi hevkariya welatên herêmî û taybet Tirkiye li Iraq û Sûriye belav bûn û sûcên dijmirovahiyê yên mezin kirin. Ji ber vê yekê di mijara piştgirîkirin û hêsanîkirina derbasbûna çeteyan a li Iraq û Sûriyeyê di qada navnetewyî de hem berê û hem jî niha gelek rexne li Tirkiye hate kirin û bi belge û dokoment bi piştevanî û hevkariya DAÎŞ’ê tê sûcdarkirin.