Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana Redkarên Wîjdanî Halîl Savda nirxand û Tirkiyeyê neheq dît û mehkûmê 14 hezar euro tazmînatê kir.
Redkarê wîjdanî Halîl Savda ku ji binçavkirin û girtinan re bûye mijar doza xwe bir DMME’yê û ji dozê biryar derket. DMME’ê da zanîn ku Tirkiye Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bin pê dike. Tirkiye dê lêçûnên dadgehê jî tê de bi giştî dê 14 hezar euro pere bide.
Savdayê ku leşkerî red kir û hate darizandin serî li DMME’ê dabû. DMME’ê diyar kiribû ku ‘redkirina mafên wijdana redkar di civakên demokratîk de pêşigirtineke pêwiste.”
Der barê Savda bi hinceta ku di 2006’an de li ber sefaretxaneya Israîlê ya Stenbolê daxuyanî daye û gel ji leşkeriyê sar kiriye, di sala 318’emîn de doz hatibû vekirin û di encama dozê de 5 meh ceza dabûn wî. Dîsa Savda di sala 1996’an de bi hinceta ku ji bo rêxistina terorê çalakî pêk aniye, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Edenê ve rastî cezayê girtîgehê hatibû.
Di sala 2008’an de nexweşxaneya leşkerî der barê Savda de rapora ‘psîkolojiya wî ne pêkane ku leşkeriyê bike’ da. Herî dawî 24’ê sibata 212’an de Bazida Agiriyê li otelekê hate binaçvkirin û girtin. Savdayê ku şandin girtîgeha Bazikê di 14’ê nîsanê de serbst hatibû berdan.