Til Ebyad di destê Artêşa Azad de ye

Til Ebyad di destê Artêşa Azad de ye

Hat ragihandin ku ku bajarê Til Ebyad ketiye bin destê Artêşa Azad. Hat diyarkirin ku li bajarê Til Ebyadê piştî şerê 2 rojan ê di navber Artêşa Azad û hêzên rejîmê de, bajar ket destê Artêşa Azad.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê dane, şer zêdetirîn li ber avahiya îstîxbarata leşkerî diqewime û di vî şerî de 4 leşkerên îstîxbaratê hatine kuştin, herwiha ji Artêşa Azad jî mirî çêbûne. Hate ragihandin ku piştî şerê dijwar hêzên istixbaratê mecbûr mane ku avahiyan vala bikin û xwe vekişandin. Piştî şer bajar bi temamî ket destê Artêşa Azad.

Hate gotin ku piştî şerê dijwar, balefirên şer ên rejîmê, gundê Eyn Arus ê girêdayî Til Ebyadê ku di destê Artêşa Azad de ye, bombebaran kir.

Artêşa Azad 2 roj beriya niha jî, Deriyê Sînor ê Til Ebyadê bi dest xistibû. Her wiha deriyên sînor ên din ên li ser sînorê Tirkiyeyê jî beriya niha ketibûn destê Artêşa Azad.

Niha, ji bilî Deriyê Sînor ê Qamişloyê hemû deriyên sînor, di destê Artêşa Azad de ne. Deriyê Sînor ê Qamişlo jî, ji ber ku bajarên kurdan hemû ji aliyê gel ve hatin bidestxistin, li aliyê Tirkiyeyê hatiye girtin.