'Ti hêviya Filistiniyan ji Erdogan nîne'

Nûçegihan Alî Ergîn Demîrhan got ti hêviya Filistîniyan ku li Eksayê gotin, ''Em li vir in, tu li kûderê yî Edogan?'' ji Recep Tayyîp nîne û diyar kir gotin û kirinên Tayyîp ji bo girseya wî ya milîtan e.

Ji Sendika.orgê nûçegihan Alî Ergîn Demîrhan hewldanên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di pevçûna Israîl-Filîstînê de hewldanê ji bo milîtanên nav girseya xwe ye, ji ber ku wek ku ji gotinên Filistîniyan ên li El Aksayê ku gotin, ''em li vir in, Erdogan tu li kû yî?'' ti hêviya berxwedana dijî Israîlê ji Erdogan nîne.

Têkilî gotin û gavên Erdogan ê di vî şerê dawî yê Israîl û Filîstînê de nûegihan Demîrhang got, ''Bi min ti têkilya van gotin û kirinan bi Filistînê re nîne. Li Filistînê jî, li El Aksayê di protestoyekê de hate gotin ,''Em li vir in, tu li kûderê yî Erdogan?'' Ajansa Anadoluyê ev bi rengê, ''Navê Erdogan derbas dibe'' da lê bi vê dirûşmeyê rexne li Erdogan dihate kirin. Mirov dikare bibêje ti hêviya Filistînê ji Erdogan nîne.''

Demîrhan bi berdewamî diyar kir, jixwe ji hêla her kesî ve dihate zanîn ku peymanên leşkerî û aborî yên di navbeyna Israîl û Tirkiyê de herî pir dema AKP'ê zêde bûne, bi berdewamî li ser têkiliyên Israîl û Tirkiyê wiha got:

''Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê ne têkiliyeke wiha ne ku bi polîtîkayeke basit a pragmatîst werin vegotin. Li qada navnetewî yê yek ji dildarê herî navdar ê têkoşîna Filistînê, karîkaturîst Carlos Latuff, bi gelek xêzên xwe ev rewş vegotiye:  Erdogan ê ku ji bo Filistiniyan digirî, dilê wî ji bo Israîlê dikuktuke. Her kes bi van dizane. Ango dixwazim vê bibêjim, êdî Erdogan ji bo Filistîniyan ti maneya xwe nîne, jê wêdetir ji bo Birayê Misilman ê Filistînê Hamasê jî Erdogan ti maneya xwe nîne.''

Li ser daxuyanî, çalakiyên li Tirkiyê Demîrgan got, ''Bi armanca polîtîkaya navwe ya Tirkiyê ne ev gotin û kirin. Divê mirov vê weke rêyekê bibîne ku Erdogan di rewşa krîzê de, pê bang li girseya xwe milîtan dike.''