Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Dr. Sadiq Şerefkendî ku li Almanyayê di encama êrîşa rejîma Îranê de hatibû qetilkirin, di 20’emîn salvegera qetilkirinê de tê bîranîn. Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman vê êrîşa terorîst şermezar kir.
Piştî ku ji rêberên Kurdan Dr. Qasimlo di 13’ê Tîrmeha 1989’ê de li patexteya Awisturya Viyanayê di encama komployekê de hate qetilkirin, Dr. Sadiq Şerefkendî bû sekreterê PDK-Îranê. Piştî sê salan, di 17’ê Îlona 1992’yê de Dr. Şerefkendî li paytexta Almanya Berlînê, ji aliyê rêxistina saloxgerî ya Îranê ve tevî sê hevalên xwe hatin qetilkirin.
Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman, bi boneya salvegera qetilkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, di rûpela xwe ya Facebookê de peyamek weşand û vê yekê şermezar kir. Osman bi vê boneyê got; “Ez bang li hemû gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dikim ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên demokratîk bibin yek.”
KUJER SERBEST HATIN BERDAN
Almanyayê di sala 2007’ê de kujerên Şerefkendî Kazim Darabî yê Îranî û Ebas Rhayel ê Libnanî serbest berda. Sixûrê Îranî Darabaî li Balefirgeha Frankfurtê dersînorê Îranê hate kirin. Şefê komandoyê Kazim Darabî û tektîkêşê Hizbullahî Ebas Rhayel di 17’ê Îlona 1992’yê de li restoranta Mykonos a li paytexta Almanya Berlînê Sekreterê Giştî yê PDK-Î Dr. Şerefkendî û du hevalên wî qetil kirin. Her du kujer bi cezayê heta heta hatibûn mehkûmkirin. Fermana kuştinê ji ji Tehranê hatibû.
Heta niha jî guman tê kirin ku Darabî di encama bazara di navbera Tehran û Berlînê de serbest hatiye berdan. Ji ber ku navê Derabî gelek caran di dema bazara pevguhertina girtiyan a di navbera her du welatan de derbas dibû
Mehkûmiyeta Darabî û milîtanê Hizbullahê Rhayel bibû sedema krîza di navbera Îran û Almanyayê de. Îran di nîsana 1997’ê de bi aşkereyî bi sucê terorê hatibû tawanbarkirin. YE’yê bangî balyozên xwe yên li Tehranê kiribû û xwestibû balyozên Îranê jî ji welatên Ewropayê vebikişin, lê ev helwest çend mehan berdewam kir.
Di kuştina Şerefkendî de du Libnaniyên din jî bi hevkariya vî sucî hatibûn tawanbarkirin. Muhemed Atris piştî ku 5 sal û 3 mehan di girtîgehê de ma û piştî cezayê xwe yê 11 salan nîvî kir, dersînorê Libnanê hatibûn kirin.