Şefên polîsan yên 30 bajaran hatin guhertin

Şefên polîsan yên 30 bajaran hatin guhertin

Serok komarê Tirk Abdullah Gul biryarnameya midûrên polîsan yên bajaran pesend kir. Bi biryarnameyê midûrên polîsan yên 30 bajaran hatin guhertin. Di guhertinan de du ji parazvanên nêzî Erdogan bûn midûrê bajar, Midûrê Polîsan yê Dîlokê Suleyman Oguz kişandin navendê.

Li gorî biryarnameya di Rojnameya Fermî de hatî weşandin, Midûrê Emniyetê yê Enqereyê Zekî Çatalkaya, Serokê Daîreya Personel ya Midûrtiya Giştî Emniyetê Muammer Bûcak û Midûrê Emniyetê yê pola 1’mîn Îsmaîl Baş, bû Alîkarê Midûrê Giştî yê Emniyetê. Midûrê Emniyetê yê Dîlokê Sileyman Oguz kişandin navendê, Midûrê Emniyeta Balikesîrê Omer Aydin anîn cihê wî. Li gel Oguz 13 midûrên emniyetan kişandin navendê.

Ji yekîneyên parazvanên Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan yên nêz, Mehmet Yuksek Nevşehîr, Alîkarê Serokê Daîreya Parastinê Zekî Bûlût jî tayînî midûrtiya emniyetê ya Denîzliyê bû.

Midûrê Emniyeta Sêrtê Recep Guven tayînî Midûrtiya Emniyeta Amedê; Ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê yê ji Tekoşîna li Dijî Terorê Berpirs û Alîkarê Midûrê Emniyetê Umut Yurdakul tayînî Midûrtiya Emniyetê ya Wanê hate kirin.

Hinek tayînên din jî wiha ne:

Midûrê Emniyeta Ispartayê Ahmet Zekî Gurkan tayînî Midûrtiya Emniyetê ya Edeneyê hate kirin, Sermufetîşê Polîsan Bayram Coşkun bû Midûrê Emniyeta Agiriyê, Sermufetîşê Polîsan Oktay Bulduk bû Midûrê Emniyeta Erdexanê, Sermufetîşê Polîsan Ercan Taştekîn bû Midûrê Emniyeta Çewlikê, Sermufetîşê Polîsan Sadetîn Akguç bû Midûrê Emniyeta Bedlîsê, Sermufetîşê Polîsan Îbrahîm Karadag bû Midûrê Emniyeta Îdirê, Midûrê Emniyetê yê Kirşehîrê Metîn Aşkin bû Midûrê Emniyeta Mereşê, Sermufetîşê Polîsan Mutlu Ekîzoglû bû Midûrê Emniyeta Sêrtê.