The Guardianê li ser xapînoka koronayê ya AKP'ê nivîsî

Rojnameya Îngiliz The Guardian li ser polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên dema krîza koronayê nivîsî. Di nûçeyê de hate ragihandin ku polîtîkaya AKP'ê ya ku tenduristiya cemaweriyê ji bo aboriyê feda dike, bûye sedema nerazîbûnê.

Rojnameyê bi bîr xist ku li Tirkiyeyê meha Nîsanê rojane 60 hezar mirov bi vîrûsa koronayê diket û niha bi kêmbûnek ji sedî 72'an hejmara mirovên ku tê ragihandin bi vîrûsê ketine kêmî 10 hezar kesî ye. Rojnameyê destnîşan kir ku kêmbûnek di vê astê de ji aliyê statîstîkî ve nepêkane. Di nûçeyê de hate ragihandin ku ev rewş, ji ber kêmtestkirinê ye û ev hewldan jî ji bo xatirê tûrîzmê tê kirin.

Hikumeta AKP'ê hejmara nexweşên koronayê kêm nîşan dide û bi vî rengî hewl dide tûrîstên biyanî yên ku dixwazin werin welêt netirsîne.

Li gorî nûçeyê, li tevahiya cîhanê pêncemîn welatê ku herî zêde nexweşên koronayê lê peyda dibe Tirkiye ye. Hate ragihandin ku hejmara mirovên ji ber vê nexweşiyê li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e. Li gorî hikumeta AKP'ê heta niha 45 hezar û 186 kesî li Tirkiyeyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê di nava salekê de hejmara mirovên ku salane jiyana xwe ji dest dan bi 140 hezar kesî zêdetir bû.

Rojnameya The Guardianê di vê mijarê de xwest bi rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirk re hevdîtinê bike, lê daxwaza wê bêencam ma.

Rojnameyê diyar kir ku Odeya Tabîban a Tirk ku têkildarî koronayê rastiyan eşkere dike, ji aliyê hevkarê hikumetê Devlet Bahçelî ve bi xiyanetê hatiye sûcdarkirin û gefa girtinê lê hatiye xwarin.