Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk qeza kir

Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk qeza kir

Şaredarê navçeya Akdenîzê yê Mêrsînê Fazil Turk û Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz dema ku ji bo tevlî kongreya KCD'ê bibin ber bi Amedê ve bi rê ketin, li navçeya Yenîşehîrê qezaya trafîkê kirin.

Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk û Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz ji bo ku tevlî kongreya KCD'ê ya dê di 15'ê îlonê de li Amedê pêk bê bi wesayîta taybet derketin rê, li navçeya Yenîşehîrê qezaya tirafîkê kirin. Di qezayê de Turk û Yildiz birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Jiyanê ya Taybet. Hate zanîn ku hestiyê milê Yildiz şikestiye.