Terora DEDAŞ'ê dewam dike: Ceyran li ser bajarok û gundên Silopiyayê hate birîn
Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) elektrîk li ser bajarokek û gelek gundên navçeya Silopiya ya Şirnexê birî.
Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) elektrîk li ser bajarokek û gelek gundên navçeya Silopiya ya Şirnexê birî.
Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku demeke dirêj e bi birîna ceyrana xelkê bakurê Kurdistanê di rojevê de ye, piştî Amed û Mêrdînê îcar jî li Şirnexê ceyrana gundiyan birî.
Li gorî agahiyan, ekîbeke DEDAŞ’ê ya doh ji Amedê hatibû Şirnexê û li wesayîtên bêplaka siwar, leşkerên tirk dane gel xwe û çûn gundên Salatûn, Kolya, Xirbok, Faris û Dino yên girêdayî Silopiya ya Şirnexê.
Hat diyarkirin ku ekîbên behsa xeberê mal bi mal geriyane û dîmen û wêneyên malan kişandine. Gundiyan got ku dîmen û wêneyên malên deriyên wan qilfekirî jî hatine kişandin.
Hat zanîn ku li gundê Salatûnê ciwanên gund bertek nîşanî vê yekê dan û di navbera her du aliyan de rageşî derket. Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwarkirî, piştre ceyrana şêniyên gund birîn.