Teqîna li Stenbolê DHKC girt ser xwe

Teqîna li Stenbolê DHKC girt ser xwe

Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKC) êrîşa îro li hemberî Qereqoala li Sarigazî ya Stenbolê pêk hat girt ser xwe.

Eniya Rizgariya Gel a Şoreşger (DHKC) êrîşa îro li Navenda Polîsan a 75 Yil a Sarigaziya Stenbolê pêk hat û di encamê de 1 jê polîs, 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn, girt ser xwe.

DHKC di daxuyaniya di malpera halkinsesi.tv de hat weşandin de ragihand ku wana li hemberî polîsên ku li kolanan mirovan înfaz dikin ev çalakî li dar xistine. Hate zanîn ku kesê çalakî pêk aniye Îbrahîm Çûhadirêji Çorûmê ye.