Tehliyeya Hatîce Çakmakê hate betalkirin
Tehliyeya Hatîce Çakmak a girtiya 30 salî û nexweş bi hinceta cezayên hucreyê ku beriya niha dabûne, hate betalkirin.
Tehliyeya Hatîce Çakmak a girtiya 30 salî û nexweş bi hinceta cezayên hucreyê ku beriya niha dabûne, hate betalkirin.
Tehliyeya Hatîce Çakmak a girtiya 30 salî ku li Girtîgeha Jinan a Alanyayê girtî ye û çaverê bû ku 25'ê Adarê bê berdan, bi hinceta 3 cezayên wê yên hucreyê hate betalkirin.
Hatîce Çakmak a ku sala 1993'an li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin, Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) der barê wê de bi hinceta "zirar daye serweriya dewletê" cezayê muebetê lê birîbû.
Hatîce Çakmak di dema binçavkirina wê de li girtîgehên wekî Amed, Sêrt, Mêrdîn, Elîh, Sêwas û Îzmîrê hate girtin. Hatîce Çakmak di dema binçavkirinê de ji bilî emeliyata hemorîdê du caran jî ji lingên xwe emeliyat derbas kir. Hatîce Çakmak a ku niha ji ber kîsta di malzaroka wê de tedawiyê dibîne, hewce bû 25'ê Adarê bihata tehliyekirin, niha bi hinceta cezayên wê yên hucreyê tehliyeya wê hate betalkirin. Li gorî vê Hatîce Çakmak wê 6 salên din girtî bîmîne.
Diya Hatîce Çakmakê Cahîde Çakmakê bertekên xwe nîşanî neberdana keça xwe da û wiha got: "Keça min li girtîgehê êşkenceyên giran dîtin. Ji bilî kîsta di malzaroka wê de, bi gelek nexweşiyên jinan re jî li ber xwe dide. Tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî ji ber cezayên wê yên hucreyê înfaza wê bi temamî hate betalkirin. Dema keça min li girtîgehên Amed û Sêrtê dihat girtin, min dikarî ez her hefte herim dîtina wê. Eger ew li girtîgeheke nêzîk bûya, ez ê dîsa biçûma dîtina wê. Lê belê ji ber ku pêşiyê ew sirgûnê Şakranê û piştre jî sirgûnê Alanyayê kirin, min dikarî salê tenê carekê biçim dîtina wê."
Cahîde Çakmakê anî ziman ku ew sal û nîv e ji ber nexweşîyên xwe nikare biçe dîtina keça xwe û got: "Pişta min diêşe, ez nikarim rabim ser piyan ji ber vê ez nikarim rêvîtiyên dirêj bikim."
Dayika Cahîdeyê got: "Keça min ji ber ku Kurd e tehliye nakin" û xeberdana xwe wiha dewam kir: "Poşmantî li zarokên min tê ferzkirin. Ji zarokên me re dibêjin ‘wekî me bin’ zarokên me tu carî nabin wekî wan 30 salên din jî girtî bimînin, poşman nabin. Ji ber ku tiştekî ku poşman bibin, nekirine. Kesên ku jinan dikujin, fuhûşê didin kirin, tiryakê difiroşin û diziyê dikin tên tehliyekirin lê belê girtiyên me yên ku 30 sal cezaya xwe bi dawî dikin, nayên tehlîyekirin. Gelek girtî di rewşa keça min de ne. Eger ev ne zulm û heqaret be, çi ye? Girtiyên nexweş û cezayên wan bi dawî bûne berdin."
Cahîde Çakmakê anî ziman ku ew edaletê dixwazin û dawiyê got: "Li Başûr û Rojava çi karê wan heye? Zarokên me her roj tên kuştin. Ev rewş dê heta kengî dewam bike? Edî bes e. Pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin. Divê hemû partî û saziyên siyasî ji bo girtiyan bibin yek. Divê em li ciyê xwe nesekinin, em xwedî li wan derkevin."