Tecrîda Îmraliyê li Hatayê hate şermezarkirin

Rêxistina HDP'ê ya Skenderûnê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan çalakiyeke şermezarkirinê lidar xist.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate dayin û pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, dawî lê bîne" hate hildan.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Abdûrrahîm Şahîn daxuyanî da û bi bîr xist ku li girtîgehan zêdeyî 1.500 girtiyên nexweş hene, ku rewşa 604 ji wan giran e.

Şahîn diyar kir ku di nava sala 2022'an de 62 girtî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan û mafê berdanê yê 120 girtiyan hate betalkirin. Her wiha cezayê dîsîplînê li girtiyan hate birîn, li hucreyan hatin bicihkirin, xwarin bi têrkerî nehate dayin, nehatin dermankirin û mafê wan ê ragihandinê ahte astengkirin.

Şahîn nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku tecrîd xizmetê ji aştiya civakî re nake.

Şahîn got, "Partiya me ji bo dawî li vê tecrîdê bê anîn mijar xiste rojeva Wezareta Edaletê, lê mixabin bersiveke erênî wernegirt. Ev pirsgirêka ku ku beşeke berfireh a civakê eleqedar dike, divê di çarçoveya qanûn û hiqûqa navneteweyî de tavilê bê çareserkirin. Hingî em ê karibin bibêjin ku demokrasî û aştiya civakî heye."