Tê îdîakirin ku artêşa Tirk li YPG’ê xist

Tê îdîakirin ku artêşa Tirk li YPG’ê xist

Di rewşeke ku helwesta dewleta Tirk a li hember DAIŞ'a qetlîamker tê nîqaşkirin, hat ragihandin ku artêşa Tirk li gel DAIŞ, YPG jî kiriye hedef. Îdîaya mijara gotinê di rojnameya Mîlliyetê de cih digire.

Li gor nûçeya ku Mîlliyet spartiye çavkaniyên leşkerî, artêşa Tirk qat bi qat bersiv daye top û hewanên li Pirsûsê ketine.

Li gor îdîayê, artêşa Tirk du wesayîtên DAIŞ ku hat tespîtkirin top û hewanan diavêje aliyê Tirkiyeyê û bataryayên ku YPG bi kar tîne kiriye hedef. Çavkaniyên leşkerî, yên bersiv dane hewanên hatine avêtin diyar kirin, “Ti cudakarî nehatiye kirin.”

Di nûçeyê de nirxandina hewanên diavêjin Tirkiye ji şaşiyekê wêdetir hê zêdetir bi armanca tacîzê ne. Hat îdîakirin ku topên di navbera tankên Tirk ketine jî ji aliyê YPG’ê ve hatine avêtin.

Çavkaniyên herêmî yên bi rojane bi şev û roj li sînor in diyar kirin ku heta îro top û hewan ji çeperên DAIŞ hatine avêtin.