Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rojnameya Morning Starê Steve Sweeney têkildarî bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin ji ANF'ê re axivî.
Sweeney ku beriya niha çend caran serdana Kurdistanê kir, bal kişand ser veguhastina leşkerî ya hêzên PDK'ê ber bi qadên gerîla ve û got, "Li dijî vê veguhastina leşkerî û şerekî gengaz ê ji ber vê hewldanê rû bide, nerazîbûneke mezin heye. Her kes vê eşkere dibîne ku lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi dengekî bilind şerxwaziyê dike, bi hezaran pêşmergeyên xwe dişîne herêmên PKK'ê."
Sweeney anî ziman ku civaka Kurd bi ti awayî şerekî mîna berê naxwaze û got, "Çend roj berê em tevî dayikên aştiyê yên Kurd di çalakiyê de bûn. Tenê peyamek ji pêşmergeya re hate dayin; 'Em şerê navxweyî yê Kurdan naxwazin'. Divê guh bidin vê daxwazê ji ber ku van dayikan di şerê azadiyê yê Kurdan de zarokên xwe ji dest dane."
Sweeney diyar kir ku kiryarên PDK'ê di nava civaka Kurd de bûye mijara lêpirsînê û got, "Ez ne bawerim ku rêveberiya herêmî ya Kurdistanê biryara şer girtiye, ne bawerim ku sewqiyata leşkerî pejirandiye. YNK û Tevgrea Goran, her wiha gelek tevgerên mîna wan piştgiriyê didin PKK'ê û Mûrat Karayilan, hemû li ber şer radibin, daxwaza hevdîtinê dikin. Li vir li her derê xwepêşandanên li dijî şer hene. Ez hefteya derbasbûyî li Silêmaniyeyê tevlî du çalakiyan bûm. Barzanî tevî 61 parêzvanên bi çekên giran hat yek ji van çalakiyan."
Sweeney got, "Ya rast, aliyek dixwaze ji bo aştiyê hevdîtin bê kirin. Lê aliyê Mesrûr Barzanî şerxwaziyê dike."
Steve Sweeney bal kişand ser fikarên mezin ên têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û got, "Em dibînin ku PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike, dixwazin tevgera Kurd ji Rojava, ji Başûr qut bikin, li herêmê korîdoreke sûnî ava bikin. Ev hemû jî ji ber dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan e, dixwazin dîroka Kurdan ji holê rakin. Bi dîtina min mirovên li vê derê bi rengekî eşkere vê yekê ji PDK'ê û Barzanî re dibêjin; piştgiriyê nedin vê yekê, ji bîr nekin ku beriya demeke kurt PKK'ê Mexmûr û Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar kiribû û Barzanî biratî ragihandibû. Mirov dixwazin ev bê bîranîn, gelê li vir li ber şer radibe."