Sûriyeyê yekemîn lîsteya derbarê çekên kîmyewî de da
Sûriyeyê yekemîn lîsteya derbarê çekên kîmyewî de da
Sûriyeyê yekemîn lîsteya derbarê çekên kîmyewî de da
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (KSYO) lîsteya yekemîn ya çekên kîmyewî ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû dayîn dest bi lêkolîna wê kir.
Dayîna lîsteya çekên kîmyewî, her çiqas pêngava yekemîn ya peymana li Cenevreyê di 14’ê îlonê de di navbera Rûsya û DYA’yê pêk hat, bikeve jiyanê jî, nelihevkirinên di trafîka dîplomasiya li dora krîza Sûriyeyê hêj nehatiye çareserkirin.
Dihat payîn ku roja yekşemê civîneke ku bernameya îmhaya çekên kîmyewî ya Sûriyeyê bê lêkolîn û ji bo peymana qedexekirina çekên kîmyewî ya di sala 1993’an de hatiye qebûlkirin, endamtiya Sûriyeyê bê bûlkirin, pêk bihata. Civîna ji aliyê KSYO ve dê pêk bihata taloqî dîrokek nediyar kirin.
Çavkaniyên dîplomatîk hat diyar kirin ku metna civînê ya navbera Amerîka û Sûriyeyê ne amade ye. Her wiha hat gotin ku civîna KSYO pêk neyê, ne mumkune ku Konseya Ewlehiya NY’ê biryarekê derbixe.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’ê John Kerry û wezîrê Karê derve yê Sûriyeyê roja înê hevdîtinek pêk anî. Kerry di hevdîtina telefonê de diyar kiriye ku ne tenê qebûlkirina rêbazên KSYO, di heman demê de biryarên tund û bi hêz yên ji NY’ê jî girîngin.
5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya NY’ê, ligel ku gelek civîn pêk anîn jî di mijara Sûriyeyê de biryarek negirtin. Di serî de DYA û Fransa û îtîfaqên wan dixwazin NY di biryara xala 7’emîn ya mijara mudaxaleya Sûriyeyê de cih bigirin. Lê Sûriye li dijî vê derdikeve.
Çîn ku endamê konseya Ewlehiya NY’ê ye roja înê daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê tunekirina çekên kîmyewî de lihevkirina DYA-Rûsyayê bila demildest bikeve jiyanê û hêviya xwe ya çareseriya siyasî jî anî ziman.