Sezen Aksû: 30 sal in em çavê xwe li mirinan digirin

Sezen Aksû: 30 sal in em çavê xwe li mirinan digirin

Hunermenda navdar Sezen Aksû di konsera xwe ya şevê din li Qada Servekerî ya Harbiye ya Stenbolê de bal kişand ser şerê li Kurdistanê. Aksû da zanîn ku 30 sal in çavê xwe li mirinan digirin û got; “Em hemû niha sucdar in. Heta em di çareseriyê de israr nekin xwîn jî ranaweste.”

Her çendî ji ber leşkerên hatin kuştin hunermendan konserên xwe betal kirin, lê Hunermend Sezen Aksû konsera xwe betal nekir û derket ser dike. Aksû di konserê de got; “Ez çi bikim, min nezanî. Konser tên betalkirin, lê êdî dema em destê hev bigirin. Bawer im ez jib o vê yekê li vir im."

Aksû wiha got; “30 sal in em çavê xwe li mirinan digirin. Ez xwe sucdar dibînim. Em hemû sucdar in. Ez bawer dikim ku; ji bilî mirinê gelek çareseriyên din hene. Heta em di çareseriyê de israr nekin, ev xwîn ranaweste” û xwest ji bo rawestandin vî şerî divê her kes bêje “êdî bes e.”