Serwergiya gerîlayan li ser xeta Botan-Zagrosê didome

Serwergiya gerîlayan li ser xeta Botan-Zagrosê didome

Tevgera Şoreşgerî ya gerîlayan li Colemêrg û Botanê dane destpêkirin, berdewam dike. Çalakiyên gerîlayan ên di vê çarçoveyê de li Şemizînan û Elkê berdewam dike. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiya gerîlayan de li Şemizînanê leşkerek hat kuştin.

Serweriya gerîlayên HPG’ê ya li ser xeta Botan-Zagrosê ya ku ji 23’yê Tîrmehê ve ji Şemizînanê dest pê kir û her ku diçe berfireh dibe, berdewam dike.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê tevgera şoreşgerî ya gerîlayan li Şemizînanê de agahî da; “Serdestiya gerîlayên me ya di 23'ê Tebaxê de li bejahiya Şemzînana Colemergê dabû destpêkirin hîn jî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de hin çalakiyên gerîlayên me pêş ketine. Ev çalakî;

LI GOMANÊ DI DU ROJAN DE 2 ÇALAKÎ

Di 8'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî çiyayê Gomanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine operasyonê li dar bixin, ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

Di heman rojê di saet 13.00'an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li Çiyayê Gomanê bi cîh bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a hemû hedefan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

LI ŞEMIZÎNANÊ KONTROLA RÊ

Her wiha kontolên rê yên di navbera navçeya Şemzînana Colemergê û herêma Gerdiyayê de berdewam dike. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-17.30'an de wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Helîkoptereke kobra ya artêşa dagirker a tirk ku xwestiye mudaxele bike lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û neçar maye ji herêmê dûr bikeve.

HERÊM TÊ BOBMEBARANKIRIN

Di 8'ê îlonê de di navbera saet 13.00-14.00'an de dîsa di navbera saet 22.00-23.00'an de du caran li dijî herêmên Gostê û Geliyê Nîrkolayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Herweha li dijî heman herêman bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda yên li Elkêya Şirnexê de jî agahî da û got:

LI SER RÊYA ŞIRNEX-ELKÊ KONTROLA RÊ

“Di 2'ê Îlonê de di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda yên li Elkêya Şirnexê hatibû destpêkirin de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatine kontorlkirin. Di 8'ê Îlonê de di navbera saet 15.00-17.30'an de di riya navbera Berwariya Sêrtê û Şaxa Wanê rê hatiye kontrolkirin, wesayit hatine rawestandin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.

DERBE LI HELÎKOPTERÊ XISTIN

Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopteren skorskyan xwestiye li herêmê daxîne û mudaxeleyê cihê çalakiyê bike, li dijî vê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin û hatiye derbekirin. Helîkoptera skorkyê ya derbe xwariye naçar maye bi lezgînî li navçeya Berwariyê daxîne. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm du caran hatiye bombebarankirin.”

LI MIDYADÊ KONTROLA RÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 8'ê îlonê de di navbera saet 18.30-19.30'an de riya di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di dema çalakiyê de 2 tir ên şîrketeke bi dijmin re hevkariyê dike û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin. Herweha di navbera gerîlayên me û cerdewanên xwestine mudaxeleyê bûyerê bikin de pevçûnek qewimiye. Encama vê pevçûnê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

HPG’ê da diyarkirin ku di 8'ê Îlonê de di navbera saet 01.00-02.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî Gundên Kafya, Ergenê û Siyanê, Av û Geliyê Xazir û Kanî Xezalê ya bi ser Garê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.