Servîsa ANF Hewramî dest bi weşanê kir

Servîsa ANF’ê ya bi Hewramî dest bi weşanê kir.

ANF HEWRAMÎ

Ajansa me ya ANF (Ajansa Nûçeyan a Firat) a ku sala 2005’an dest bi weşanê kir û bi Tirkî, Îngilizî, Elmanî, Erebî, Farisî, Spanyolî, Rûsî û zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî weşanê dike, xebatên xwe yên ji bo weşana bi zaravayê Hewramî ya Kurdî temam kir.

Xwînerên me wê êdî geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi zaravayê Hewramî jî bikarin bişopînin.

Hûn dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigihînin ANF Hewramî:

hawrami.anf-news.com