Serokkomarê Iraqê Telebanî rakirin nexweşxaneyê

Serokkomarê Iraqê Telebanî rakirin nexweşxaneyê

Duh êvarî tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Telebanî nebaş bû û rakirin nexweşxaneyê.

Sekreteriya Serokomariya Iraqê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku, ji ber sedema pir westiyanê tenduristiya Serokomarê Iraqê nebaşbûye û duh êvarê rakirine nexweşxaneyekî li Bexdayê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Telebanî di bin kontrola dixtorên pispor de ye û di demek nêz de dê rapora di derbarê tenduristiya Serokomar Telebanî de bê aşkera kirin.