Serokkomarê Iraqê: Em piştgiriyê didin înîsiyatîfa ku PKK'ê ji bo aştiyê daye destpêkirin

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di Civata Giştî ya 80’emîn a Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku Iraq piştgiriyê dide înîsiyatîfa ku PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê daye despêkirin. 

Letîf Reşîd li ser hilbijartina parlementoya Iraqê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê despêkiriye de axivî. Letîf Reşîd diyar kir ku gelê Iraqê xwe ji bo hilbijartina dema şeşem a parlementoyê amade dike ku di atmosfereke gelek hestiyar de birêve diçe.

Her wiha Letîf Reşîd da zanîn hilbijartin wê pêngavek be ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraq û herêmê ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û qeyranên din pêre rûbirû maye.

Di derbarê peywendiyên Iraqê ya li gel welatên cîran de jî Letîf Reşîd got: “Iraq piştgiriyek tam ji bo birêveçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de dike. Iraq piştgiriyê dide înîsiyatîfa ku PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê daye despêkirin. Qonaxekî nû ya xebata siyasî destpêkiriye.”