Serokkomar Gul taliyê axivî
Serokkomar Gul taliyê axivî
Serokkomar Gul taliyê axivî
Der heqê skandala mezin a bertîl û nelirêtiyê ya li Tirkiyê de, Serokkomar Abdullah Gul piştî hefteyekê daxuyaniyek da.
Li dû Merasîma Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê yên Serokkomarê Gul bersiv da pirsên rojnamevanan û û der barê operasyonên bertîl û nelirêtiyê yên di 17'ê Kanûnê de destpê kirin, cara yekemîn peyivî.
Gul diyar kir ku li Tikriyê di nava 10 salên dawî de reformên bingehîn hatine kirin û got, "Li welatekî ku ev reform hatine kirin, eger nelirêtî yan jî şaşitiyek bibe mijara gotinê, hingî serê nayê nixumandin, nikare bê nixumandin. Vê bizanibin, ji ber ku Tirkiye ne Tirkiyeya beriya 15-20 salan e."
Li ser pirsa "Gelo di nava dewletê de dewlet paralel heye?" Gul ev bersiv da: "Xebatkarên saziyên TSK, polîs an jî dadgeriyê, dibe ku ji aliyê şexsî ve xwedî îdeolojiyên cuda bin. Lê belê ev li derveyî cemaweriyê, rewa ne. Di dewletê de xebatkarên, bi biryarên saziyan, bi Destûra Bingehîn ve girêdayî ne. Otorîteyeke din an jî piştevaniyeke din ne pêkane. Ev pîvana bingehîn e."
Serokkomar Gul der barê revîzyona gengaz a li desteya wezîran de jî got, "Piştî ku Serokwezîr vegeriya welêt emê hevdîtinê bikin û Birêz Serokwezîr wê daxuyaniya pêwîst bike."