Serokên Baroyan: Bi kêfî midaxele û êşkence li Dayikên Şemiyê hat kirin
Serokên Baroyan bertek nîşan da ku çima polîsan êrîş biriye ser Dayikên Şemiyê û got: ‘’Çalakiya dayikan rewa ye. Bi kêfî midaxele û êşkence tê kirin.’’
Serokên Baroyan bertek nîşan da ku çima polîsan êrîş biriye ser Dayikên Şemiyê û got: ‘’Çalakiya dayikan rewa ye. Bi kêfî midaxele û êşkence tê kirin.’’
Serokên Baroyan ku tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û polîsan dor li wan girt, têkildarî êrîşa di hefteya 956’emîn de li dijî Dayikên Şemiyê hat kirin, li avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Galatasaray a me ye, em ê dev jê bernedin’’ hat hildan.
‘’NEMA ÊRÎŞAN BIKIN’
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Farûk Eren daxuyanî xwend û bi bîr xist ku tevî hemû astengî û êrîşan jî lêgerîna wan a edaletê û heqîqetê berdewam e û çalakiya wan ji 25’ê Tebaxa 2018’an ve li Qada Galatasarayê tê qedexekirin. Eren got ku ew dibêjin êdî bila kes li ser vê axê neyê windakirin û bila dawî li vê êşê bê anîn. Eren xwest ku li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehên bê tevgerandin û rêz
ji hiqûqê û mafên mirovan re bê nîşandan. Eren bang li rayedaran kir ku demildest dawî li zext û êrişên li ser Dayikên Şemiyê bê anîn û ew ê dest ji Galatasarayê bernedin.
‘RÊZDAR BIN’
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku erkek ji erkên sereke û giring ên baroyan, parastina mafên mirovan û wiha got: ‘’Ev mafê bingehîn û azadiya ramanê tê astengkirin. Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn li ber çavan bên girtin. Qeymeqamiya Beyoglûyê xwe di ser Dadgeha Destûra Bingehîn re dibîne. Ev bêhiqûqî 40 sal in berdewam e. Em serokên baroyan li cem Dayikên Şemiyê ne û em ê binpêkirinên mafan ên di çalakiyê de bikin rapor.”
Nahît Eren bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Hûn behsa girtina rêzê ji darazê û serweriya hiqûqê re dikin. Nexwe rêzê ji mafên mirovan re bigirin û li gor biryarên darazê tev bigerin. Heta hûn li gor biryaran tev negerin mafê yê behsa hiqûqê bikin nîn e. Em ê her li cem dayikan bin û bi wan re bibin piştevan.’’
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî bi bîr xist ku têkoşîna gera li mafên mirovan 28 sal in berdewam e û got: “Wezîfeya dewletê ya sereke ew e ku mafê jiyanê ya welatiyan biparêze. Welatiyên me ku vê çalakiyê li dar dixin li pey hestiyên xizmên xwe ne û erka dewletê bi bîra wê dixin. Çalakiya li vir tê kirin, azadiya fikir û ramanê ye. Di demên dawîn de dixwazin ku me, rêxistinên sivîl û mafparêzan asteng bikin û di bin zextan de bihêlin û bikin ku em dev ji têkoşîna mafên mirovan berdin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Wê têkoşîna me her berdewam be.’’
‘DAXWAZA DAYIKÊN ŞEMIYÊ REWA YE’
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî anî ziman ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn û azadiyan nayên pêkanîn û got: “Çalakiyên ku li xweşa îktidarê diçe destûrê dide. Lê çalakiyên ku li xweşa desthilatê naçin qedexe dike. Qeymeqamiya Beyoglûyê wezîfeya xwe bi xerabî bi kar tîne. Daxwaza Dayikên Şemiyê rewa ye. Em ê her piştevaniya van daxwazan bikin.”
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî axivîn û destnîşan kir ku ew ê her bibin piştevan bi Dayikên Şemiyê re.