Serokê muxalefeta sereke ya Bîrtîtanyayê bang li dewleta Tirk kir

Serokê Partiya Karker a yekem muxalefeta sereke ya Bîrîtanyayê Jeremy Corbyn, bang li dewleta Tirk kir û daxwaz kir ku rêz ji mafê gelê Kurd re bigire.

Serokê Partiya Karker Jeremy Corbyn ê ku heyetek ji Komîteya Têkliyên Karê Derve a Kongeray Neteweyî ya Kurdsitan qebûl kir, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da. Corbyn anî ziman ku divê dewleta Tirk rêz û hûrmetê ji mafê gelê Kurd re bigire, diyar kir ku ‘di salên 90’î de Kurdistan’ ziyaret kiriye û ev kiryarên tên kirin ji sale n90’î derbaz kiriye.

Corbyn, dosyaya têkildarî êrîşên qikirina siyasî ya li ser parlementer û hevserokên HDP’ê amade kirî radestî heyeta Kurdistanî kir.

‘EZ Ê NAME BINIVÎSIM’

Cobayn ê ku piştî hevdîtinê ji ajansam em re peyivî wiha got:

“Ez bi nûnerên Kurd re civiyam. Têkildarî êrîşên artêşa dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê dayî meşandin agahî bi min re hatin parvekirin. Ez ê hem ji bo Wezareta Karê Derve yê Qiraltiya Yekgirtî û dewleta Tirk têkildarî raya giştî nameyekê bişînim. Ez ji vir bang li dewleta Tirk dikim; Rêz û hûrmetê ji mafê Kurdan û zimanê wan re bigirin. Ev mafê xwezayî yê mirovahiyê ye.”