Di rûniştina doza ku rojnamegerên kurd lê dihatin darizandin, destûr nehate dayîn ku bi kurdî parastin were kirin. Serokê Dadgehê got; ‘’heke wê bi kurdî biaxivin em çima destûr didin’’ û destûr neda ku rojnameger parastina bi kurdî bikin. Yek ji rojnamegera girtî Yuksel Genç jî ji Serokê Dadgehê pirsî; ‘’Axaftina bi zimanê xwe wekî hilmstandinê ye. Qet hûn bi daxwaza, ‘’ez dikarim hilmê bistînim?’’ rû bi rû bûne?’’
Doza çapameniya azad ku 33 girtî 44 rojnamger lê dihatin darizandin piştî krîza sibehê di saet 13:00ê de dest pê kir. Piştî bersiva rojnamevanan ku bi Kurdî digotin; ‘’ez li vir im’’ nasname hatin tespîtkirin parêrzer axivîn. Parêzer Baran Dogan diyar kir ku bi zagona 6352yan Dadgehên Rayaya Taybet rayayên wan ji destên wan standine û got ku ev jî li dijî prensîba daraza adîlane ye. Dogan diyar kir ti hikma dadgehê nîne û got; ‘’Di yasayê de tê gotin ku ji bo daraza dadmend dadgeh têne damezirandin. Nexwe li vê dadgehê daraza dadmend nayê kirin. Ev dadgeh çima hê jî didomin em pê nizanin, hûn jî. Ev dadgeh nikare biryara bêpeywiriyê bide, tê gotin ku wê karê li ber dest biqedîne û piştî qedandinê jî wê dadgehên nû bêne damezirandin. Ma darazeke dadmendane bi vî awayî dibe?’’
‘’FERMAN LI HOLÊ YE’’
Dogan gotinên Wezîrên Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ên di derbarê rojnamevan, hunermend , rewşenbîr bi bîr xist û got; ‘’Muwekîlê min piştî van axaftinan hatin girtin. Şahîn serokê rêxistina polêsan e. Di hemû dozên KCKê de operasyon a polêsan e. Aşkere ye ku polêsan nivîsiye û Şahîn jî destek daye. Li vir di mijara talîmat û emrê de tengezarî hene. Serokwezîr got; ‘’me ji dadgeran tişta hewce got, daraz tişta hewce wê pêk bîne.Emr û talîmat li holê ye’’
HEKE WÊ BI KURDÎ WERE AXAFTÝN EM ÇIMA DESTÛRÊ DIDIN
Piştî Dogan,rojnamevan Ertûş Bozkurtê girtî ji bo parastinê rabû ser piyan. Serokê Dadgehê pirsî; ‘’Tu dê bi kurdî biaxivî?’’ Bozkurt got; ‘’erê bi kurdî’’. Serokê Dadgehê li parêzer zivîrî û got; ‘’Heke wê bi kurdî biaxive em ê çima destûrê bidine.’’ Li ser vê rojnamevana girtî Yuksel Genç got; ‘’Înkara nasnameyê bi awayekî hişkere jenosîd e. Em ji we destûrê naxwazin ku vî mafî bi kar bînin. Axaftina bi zimanê dayikê wekî bêhnstandinê ye. Hûn qet bi daxwaza ‘’ez dikarim bêhn bistînim’’ rû bi rû bûne. Lê mixabin ku kurdî tim qedexe bûye.’’
ROJNAMEVAN: EM Ê LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN
Genç ji dîrokê di derbarê zextên li ser kurdî mînak dan û diyar kir ku ev polîtîka bûne sedem ku gelek ciwanên kurd werin kuştin. Genç diyar kir ku ji roja damezirînê û heya niha asîmîlasyona ‘’bi tirkî biaxive’’ di 12ê Îlonê de gihaye gopîtkê û pê de çû; ‘’Lê niha ev darbe îro mijara darizandinê ye. Dadgeh ji wê rojê ve polîtîkayên tirkkirnê, bênasnamekirinê diceribîne. Em dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin. Redkirina parastina bi zimanê dayikê em der-mirovane dibînin. Ji bilî derewandina gotina serokwezîr ku digot, ‘’asîmîlasyona qediyaye’’tiştekî din naderbirîne.’’