Serokê CIA’yê tê Tirkiyeyê

Serokê CIA’yê tê Tirkiyeyê

Serokê CIA’yê David Petraeus îro dê ji bo hevdîtinên der barê pêşketinên li Sûriyeyê û têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê de bê Tirkiyeyê.

Serokê CIA’yê David Petraues ê ku li Başûrê Kurdistanê tûrbe xistibû serê leşkerên Tirk, dê îro saet di 20.00 de were Enqereyê. Tê payînku Petraeus bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû, Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk bîne. Hat diyarkirin ku di rojeva hevdîtinan de rewşa Sûriye û têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê heye.

Piştî çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên ji meha gulanê ve zêde bûn û serweriya Colemêrgê bi dest xistin, Serokkomarê Tirk Abdullah Gul da diyarkirin ku ew bi qasî dixwazin alîkarî ji DYA’yê wernagirin û gazinc kiribû.