Serokê AKP’ya Colemêrgê ji aliyê HPG’ê ve hat gitin

Serokê AKP’ya Colemêrgê ji aliyê HPG’ê ve hat gitin

HPG’ê ragihand ku Serokê AKP’ya Colemêrgê Abdulmecîd Tarhan di 2’yê Îlonê de ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û piştre hatiye girtin.

Serokê AKP’ya Colemêrgê Abdulmecît Tarhan ji 2’yê Îlonê ve winda bû. Wesayît û telefona berîkê ya Tarhan li nêzî gundê Talê hatibû dîtin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de got; “Di 2'ê îlonê de Serokê AKP'ê yê bajarê Colemergê Abdulmecîd Tarhan ê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, pişt re hatiye girtin.”