Serlêdanên ji bo Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî dewam dikin
Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 8’ê Cotmehê were lidarxistin. Komîteya Amadekar navnîşanên ku mirov berhemên xwe pê bişînin, eşkere kir.
Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 8’ê Cotmehê were lidarxistin. Komîteya Amadekar navnîşanên ku mirov berhemên xwe pê bişînin, eşkere kir.
Weke kevneşopî ji sala 1993’an û vir ve her sal Çalakiya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî tê lidarxistin. Îsal jî wê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) roja 8’ê Cotmehê bê lidarxistin.
Navnîşanên ji bo şandina berheman eşkere bû.
Beşdar divê bi nivîseke cewherî qala çîroka berhemên xwe bikin û herî dereng hetanî 30’ê Tebaxa 2023’an berhemên xwe û nivîsa çîroka berhemên xwe (ku çawa ew berhem afirandine) bişînin navnîşan û maîlên hatine dayîn.
Agahiyên navnîşanê:
Postfach 10 15 32
52015 Aachen
ŞERT Û MERCÊN TEVLÎBÛNÊ
Şert û mercên tevlîbûna çalakiyê jî ev in:
“Zimanên tevlîbûnê Kurdî (Kurmancî, Dumilî û Soranî), Elmanî û Tirkî ne.
Berhemên ku werin pêşkêşkirin, divê beriya pêşbirkê li ti derê nehatibin pêşkêşkirin.
Beşdar herî zêde dikarin bi du helbest û çîrokekê beşdar bibin.
Beşdar divê nivîsekê derbarê çîroka berhemên xwe binivîsinin û herî dereng heta 30’ê Tebaxa 2023’an bişînin navnîşan û mailên hatine dayîne.
Di heman demê de di sala 30’emîn a pêşbirka wêjeyê de, wê cih bê dayîna pêşbirkvanên ku bi berhemên wêneyan re eleqeder dibin jî, her pêşbirkvanek dikare wêneyên ku xêz kirine, nîşan bidin.”