Şerê li Kobanê li eniyên rojhilat û başûr didomin
Şerê li Kobanê li eniyên rojhilat û başûr didomin
Şerê li Kobanê li eniyên rojhilat û başûr didomin
Hat ragihandin ku şerê di navbera hêzên YPG-YPJ û çeteyên DAIŞ de li eniyên rojhilat û başûr didomin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle Îsmaîl Eskîn ê tevlî nûçeyên şevê yê ÎMC TV bû, diyar kir ku li eniyên rojhilat û başûr ên Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ û hezên YPG-YPJ’ê de şer bi dijwarî didome.
Eskîn, anî ziman ku şer li başûrê bajêr li ber salona dawetê û derdora wê zêde bûne û çete hewl didin bi tank û çekên din ên giran pêşve biçin.
Eskîn da zanîn ku li eniya rojhilat jî YPG-YPJ li dijî çeteyên DAIŞ operasyonan li dar dixe û timî bi hewan û katûşayan êrîşî nav bajêr dikin.
Eskîn da xuyakirin ku di nav bajêr de tu hêzeke çeteyên DAIŞ nîne.