Serdozgerî ji niha ve dixwaze lêpirsînê tarî bike

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga HDP’ê ya sed hezaran kes tevlî bûn lêpirsîn da destpêkirin û îdîa kir ku Ramazan Yildiz berî êrîşê ji jor ket û jiyana xwe ji dest da.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga HDP’ê ya sed hezaran kes tevlî bûn lêpirsîn da destpêkirin û îdîa kir ku Ramazan Yildiz berî êrîşê ji jor ket û jiyana xwe ji dest da.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga HDP’ê ya Amedê ya ku sed hezaran kes beşdar bû lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê têkildarî mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku duh seat di 17.46-17.48’an de teqîn pêk hat û di teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest da û zêdî sedan kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di dema teqînê bûyerê piştî teqînê de hin peywirdarên mîlîk jî birîndar bûn û têkildarî bûyerê de Serdozgeri Komarê ya me lêpirsîn daye destpêkirin. Otopsî di çavdêriya du dozgerê komarê û du Pisporên Tipa Edlî de hatin kirin û ji bo delîlên din ên bûyerê bên komkirin jî dozgerekî komarê hatiye peywirdarkirin.”

Dozgeriyê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku Ramazan Yildiz berî êrîşa bombeyi ji jor ket û jiyana xwe ji dest da û wiha hat gotin: “Serdozgeriya komarê ya me têkildarî bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin di çarçoveya lêpirsînê de komkirina delîlan û peydakirina kiriyaran li cihê bûyerê bi Wekîlê Serdozgerê Komarê yê berpirsiyarê büroya lêpirsînên sûcên teröre û ekîbên Lêkolîna Cihê bûyerê lêkolîn kirin û qeydên kemereyan muhafaza kirin û lêkolîna wan da destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya me di bin çavdêriya min de yêk Wekîlê Serdozgerê Komarê û 4 Dozgerên Komarê têkildarî cihê teqînê de lêpirsîn dimeşînin û hemû îtîmal bi awayekî baldarî tên lêkolînkirin, piştî lêpirsînê dê encamên wê ji raya giştî re bên parvekirin.”