Sê girtiyên hatin berdan: Bila dawî li zextan were
Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş 30 sal bûn ku girtî bûn, hatin berdan. Girtiyan bal bir ser tecrîdê û xwest ku dawî li zextan were.
Mûsa Şanak, Mehmet Înal û Adnan Karakaş 30 sal bûn ku girtî bûn, hatin berdan. Girtiyan bal bir ser tecrîdê û xwest ku dawî li zextan were.
Mehmet Înal, Mûsa Şanak û Adnan Karakaş ku sih salên wan bû ku girtî bûn û di Girtîgeha F ya Bolûyê de dihatin radigirtin, hatin berdan. Desteya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) bi boneya ‘’Te av neserifandiye’’, ‘’Venqetîna ji rêxistinê’’, ‘’Nedayîna daxwaznameya poşmaniyê ya têkildarê veqetîna ji rêxistinê’’ du caran nehişt ku Mûsa Şanak, Mehmet Înal, çar caran jî nehişt ku Adnan Karakaş bê berdan. Lê vê carê biryara berdana wan da.
Ji bo pêşwazîkirina girtiyan, ji xeynê xizmên wan, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevî çîçekan hatin ber girtîgehê.
‘DIVÊ TECRÎD JI SER RÊBERÊ GELÊ KURD RABIBE’
Girtî Mûsa Şanak, diyar kir ku bi azadbûnê zêde kêfa wî nehatiye. Şanak, îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku divê tecrîda li ser demildest rabibe û wiha got: ‘’Ez ku li van hemûyan difikirim hinek xemgîn dibim dilê min diêşe. Ez xwe nîvî dibînim. Hema ez dibêjim qey nîvê me li wir maye. Silav li her kesê em bi tenê nehiştin.’’
‘HEVALÊN ME NAYÊN BERDAN’
Adnan Karakaş jî da xuyakirin ku tecrîdeke giran li ser hemû girtiyan heye û cezayê piraniya girtiyên siyasî diqede lê nayên berdan. Karakaş bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Cezayê hevalên me diqede jî nikarin derbikevin. Divê bên azadkirin. 31 sal in dikevin wê hewilê ku em çongên xwe li ber wan xwar bikin. Bi çavên sûcdaran li hemû gelê me dinihêrin. Bila dawî li van zextan were. Hemû hevalên me demildest bên berdan.’’