Saziyên Êzidiyan destdanîna ser milkên Êzidiyan şermezar kir

Saziyên Êzidiyan bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî destdanîna ser milkên Êzidiyan li bakurê Kurdistanê da û got: “Desthilata AKP-MHP’ê, li bakurê Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Êzidî lê dijîn dijberiya olî dike."

Saziyên Êzidiyan NAV-YÊK, Navenda Yekitiya Komelên Êzidiyan (SMJÊ) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (NÇÊ) bi daxuyaniyek nivîskî polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî Êzidiyan şermezar kir.

Daxuyaniya saziyên Êzidiyan wiha ye:

“Desthilata AKP-MHP’ê, li bakurê Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Êzidî lê dijîn, van demên dawîn bi destên hevkarên xwe, cerdevan, çete û nûnerên paşverûtiya civakê ve, li herêma Riha-Wêranşar, Êlih-Qubîn, Mêrdin-Midyad-Nisêbîn û derdora Amedê, ji bo desthilata xwe ya qirêj qewîntir bike, her ku diçe nakokiyên nava civakê kûr dike, dijberiya olî di navbera Êzidî û Misliman de bi pêş dixe. Ji bo vegera li welêt, tevî hemû kêmasiyan, Êzidî bi kelecaneke zêde dixwazin li xaka xwe ya piroz vegerin û bi ciranên xwe re di nava aramiyê de jiyaneke bi rûmet bijîn. Lê mixabin tê xwestin ku hêviyên Êzidiyan bişikin. Mînaka herî dawîn a li gundê Zewra yê Wêranşarê; malbateke çeka dewletê di destên wan de û hêza xwe ji dewletê û ji eşîra Şêxan digirin, gund daye ber xwe, zêde zirar daye malên gundiyan, motorên wan ên cot şikandine û gefa kuştinê li wan xwariye.  Ji bo alikariyê, hemû hewildanên li gel dewletê hatine kirin bê encam mane, bi heman şêwazê gundê Qoriyê jî hatiye dagirkirin, dîsa li herêma Bişêriyê, Midyadê û Nisêbînê pirsgirêkên dagirkirina gundên êzidiyan berdewam e. Em saziyên Êzidiyên li Ewropayê, van êrîş û çavsoriyên li ser Êzidiyan, em şermezar dikin. Divê her kes bi vê bizane ku tu hêz nikare bi çavên mêvandariyê li Êzidiyan binihêre. Ji ber ku koka me ya li ser wê axê digihîje 12 hezar sal berê. Li mixabin îro rewşa gotina ‘Diz xwediyê malê girt’ li me Êzidiyan hatiye. Ev ne qedera me ye û em vê rewşê qet napejirînin.

Em cardin bang li hemû derdorên pêwendîdar dikin, ku bi dostanî nêzîkahiyê li Êzidiyan bikin. Êzidî aştîxwaz in lê ne reben in, xwedî dost û hêz in, derfetên wan ji her demê zêdetir in. Ji bo xelkê xwe yê Êzidî vê bangê dikin; vegera li welêt karekê pîroz e, lê divê plansaziyeke civakî û birêxistinkirî bi rê ve bê birin, hogir û neyarên xwe baş nas bike, bi tena serê xwe tev negere û li dora saziyên xwe bicive.”